Divê civaka sivîl ji bo pêvajoyê bixebite

În 15 Tebax 2025 - 03:25

Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO di 27'ê Sibatê de, PKK'ê di 5-7'ê Gulanê de 12'emîn kongreya xwe li dar xist û biryar da ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Piştre, komeke gerîla ya ji 30 kesan pêkhatî, bi serokatiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Bese Hozat, di 11'ê Tîrmehê de çekên xwe şewitandin. Endama Kolektîfa Lêkolînê ya DEMOS'ê lêkolîner Ruken Ay Adin ku beşdarî merasîmê bû, li ser pêvajoyê axivî. Rûken Ay Adinê behsa bûyerên piştî tunekirina çekan kir û avakirina "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" li meclisê ji bo çareserkirina vê pêvajoyê bi bîr xist. Rûken Ay Adinê bal kişand ser girîngiya hebûna nûnerên ji gelek partiyên siyasî di komîsyonê de û diyar kir ku nebûna wekheviyê di navbera endamên jin û mêr de pirsan derdixîne holê. Rûken Ay Adinê destnîşan kir ku ji bo misogerkirina beşdariya jinan û tevlîbûna mezintir di nav komîsyonê de pêdivî bi nîqaşên bêtir heye û got:"Em dizanin ku ev pêvajo dirêj û dijwar e û wekî ku aktoran bi xwe jî diyar kiriye, ew civakîbûnê hewce dike." Rûken Ay Adinê diyar kir ku gel ji ber pratîkên pêvajoya berê dudil e û got:"Gava pêvajo li ser bingeheke qanûnî neçe, hestek bêewlehiyê diafirîne." Rûken Ay Adinê bi bîr xist ku komîsyon bi însiyatîfa Serokatiya Meclisê hatiye damezrandin û got ku nebûna bingeheke qanûnî ji ber kiryarên berê rasterast bandorê li ser dema niha dike. Rûken Ay Adinê anî ziman ku pêwîstiya tevlîbûna hemû civaka sivîl di komîsyonê de heye û got:"Divê em bi rêya endamên komîsyonê rasterast bigihîjin gel, arşîvên xwe, tiştên ku me heta niha di hewldanên xwe yên aştiyê de dîtine, ezmûnên cîhanî û tiştên ku gelê Tirkiyeyê dikare rasterast ji van ezmûnan fêr bibe parve bikin." Rûken Ay Adinê anî ziman ku girîngiya civaka sivîl wekî aktorên girîng heye û got ku divê beşdariya rasterast di komîsyonê de bêyî ku li benda vexwendinekê bimînin were misogerkirin. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.