Andersson: Fikrên Ocalan mînakek girîng e
Şemî 23 Tebax 2025 - 03:45
Teorîsyenê Fransî Nils Andersson diyar kir ku fikrên Ocalan û tecrûbeya Rojava ji bo paşeroja mirovahiyê mînakeke girîng e û got:"Di demeke bi vî rengî ya ji tundiya zêde de ku hevsengiya gelan, emperyalîzm û desthilatdariyê bi vî rengî ye, weke ku Ocalan kir; parastina dozekê -yanî li Tirkiyeyê daxwaza mafên nasnameya çandî- bi esasî daxwaza xweseriyek li nava Tirkiyeyê nîne, daxwaza naskirina nasnameya çandî ye."
Piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê ya Rêber Apo, PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn li hev civand û fesixkirina partiyê jî di nav de biryarên dîrokî wergirt. Hem ji bo banga dîrokî ya Rêber Apo hem jî ji bo biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê ji qada navneteweyî piştgirî dewam dikin.
Ji ramangerên naskirî, teorîsyen, edîtor û nivîskarê Fransayê Nils Andersson li ser mijarê axivî.
Di destpêka axaftina xwe de got, “Beriya her tiştî dixwazim bibêjim ku Abdullah Ocalan ji zindan, girtîgeh û têkoşîna Antonio Gramsci, Nelson Mandela, Adem Demaci, Georges Abdallah, Marwan Barghouti û Leonard Peltier cûda nîne. Wan ti carî serî netewandin; ji bo azadiya polîtîk û civakî ya gelên xwe têkoşiyan û têdikoşin. Bi dîtina min ev yek girîng e."
Têkildarî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de ku Rêber Apo pêşengiyê jê re dike, Nils Andersson nirxandineke bi vî rengî kir: “Divê mirov qonaxên cuda bi bîr bixin. Ya destpêkê, weke ku tê zanîn serdema têkoşîna çekdarî bû ku di salên 70-80’î de hate ragihandin. Lê belê dema ‘cîhana sêyemîn’, ji ber ku qada ji bahozên cîhana sêyemîn bû, dema ku gelek welat ji mêtingeriyê rizgar bûn; ji ber dejenerebûn, zext û mêtingeriya nû ji aliyê emperyalîzmê ve weke hêzeke şoreşgerî ji holê hate rakirin.
Ev yek jî ji bo têkoşînên çekdarî tê wateya rewşeke xitimandî. Di rewşeke bi vî rengî de Abdullah Ocalan biryar da ku ji bo wergirtina mafên gelê Kurd rêyeke cuda hilbijêre. Ev rê di wê demê de daxwaza xweseriyê ya li nava dewleta Tirkiyeyê bû. Lê belê ev daxwaz li helwesta hişk a destnedana sînoran rast hat. Sînorên navxweyî, sînorên derve... Destdana li van sînoran dogmayek e, ji ber ku îro li mermerê hiqûqa navneteweyî hatiye neqişandin.”
Nils Andersson destnîşan kir ku di rewşa heyî ya navneteweyî de, li cîhaneke ku gelekî hejiyaye, serûbin bûye ew di asteke bi lez a dîrokê de ne, her tişt ser û bin dibin û got, “Ev yek windabûna cîhana sedsala 20’î ye; mesele ev e. Bi dîtina min li gorî, dem, kêlî û hevsengiya hêzê ya li cîhanê divê şêwe û amûrên têkoşînê li gorî şert û mercan bin. Weke ku tê zanîn, têkoşîna rizgariyê ya çekdarî di dema cîhana sêyemîn de, yanî ‘li qadên ji bahozê’, êdî gihîşt sînorê.
Di demeke bi vî rengî ya ji tundiya zêde de ku hevsengiya gelan, emperyalîzm û desthilatdariyê bi vî rengî ye, weke ku Ocalan kir; parastina dozekê -yanî li Tirkiyeyê daxwaza mafên nasnameya çandî- bi esasî daxwaza xweseriyek li nava Tirkiyeyê nîne, daxwaza naskirina nasnameya çandî ye. Daxwaza mafê hebûnê yê saziyên Kurdan, mafê xwedîbûna saziyên xwe, mafê hebûna van avaniyan li nava civaka Kurd e. Ev yek rêya rasteqîn a aştiyê ye.”
Teorîsyenê Fransayê bi bîr xist ku ji bo çareseriya meseleyê li Parlamenta Tirkiyeyê komîsyonek hate avakirin û got, “Ev yek gava destpêkê ye û nîşan dide ku wezîfe çiqasî tevlîhev û zehmet e. Lê belê di heman demê de nîşan dide ku ev armanc, armanca aştiyê çiqasî girîng e. Gelekî girîng e ku ev hewldan biçe serî. Ji aliyê meseleya Kurd ve avakirina komîsyoneke bi vî rengî li binê sîwana parlamentê pêşketineke girîng e."
Nils Andersson li ser rexneyên Rêber Apo yên li Marksîzmê got, “Belê, min pêşgotin ji pirtûkên Abdullah Ocalan ên bi Fransî re nivîsî. Ev mesele meseleyeke gelekî girîng e. Rexneyên Ocalan ên li Marksîzmê di asteke mezin de mafdar e.
Mînak, rexneya li ekonomîzmê gelekî girîng e. Bi dîtina min, Ocalan di vir de bi temamî mafdar e. Sosyalîzma sedsala 20’î aborî bi temamî da pêş. Bêguman aborî di asta jiyanê de girîng e. Têrkirina mirovan, başkirina şert û mercên jiyanê ji armancên sereke yên vê yekê ne. Lê belê divê mirov nekeve xefika ekonomîzmê. Ji ber ku veguherîna rasteqîn civakê -û îro ya ku li Rojava tê ceribandin ev e- beriya her tiştî guherîna di hişmendiya kesayetan de ye.”
ANF/SERKAN DEMÎREL/NAVENDA NÛÇEYAN