Divê komîsyon rê nede şerxwazan
Çarşem 20 Tebax 2025 - 03:30
Di civîna çaremîn a komîsyona li meclîsê de, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî di nav de li nûnerên hin rêxistinên civakî yên sivîl tê guhdarîkirin. Ji Dayikên Aştiyê Feleknaz Karabaş û Sebîha Bozan daxwazên xwe yên ji komîsyonê û fikrê xwe yê li ser pêvajoyê ji ANF’ê re nirxandin. Dayika Aştiyê Feleknaz Karabaş got:“Em ji vê pêvajoyê bawer dikin ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin. Ji ber ku baweriya me bi Rêberê me, bi gelê me heye. Em ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin; înşaleh wê aştî pêk were.” Feleknaz Karabaş ji dewletê xwest, ku destê xwişk-biratiyê dirêjî Kurdan bike û got:“Hêviya me ew e ku delwet jî di vê meseleyê de destê aştî û xwişk-biratiyê dirêjî Kurdan bike. Ev şeş-heft meh in ku pêvajo hatiye destpêkirin, agahiyên li ser mirina mirovan nayê; em hêvî dikin ku careke din mirov nemirin. Bila gelê me bi temamî ji bo aştiyê destê xwe dirêj bike. Aştî û azadî xweş e; em ji bo hemû gelên Tirkiyeyê vê dixwazin.”
Aştiyeke hêja wê zehmet be
Dayika Aştiyê Sebîha Bozan jî destnîşan kir ku aştiyeke hêja zehmet e û got:“Di şer de tu lê dide, hildiweşîne, xera dike û diçe. Aştî hinekî zehmet e. Çima zehmet e? Eger mirov di xaleke hevpar de neyên civandin, hiqûq û edalet nebe û samîmiyet tine be, zehmete û em dayik vê yekê naxwazin. Çawa ku mafên gelê Tirk hene, mafên gelê Ereb, gelê Çerkes û her kesên li ser vê xakê jî heman maf in.”
Em naxwazin Kurd bên xapandin
Sebîha Bozan diyar kir ku divê dewlet daxwazên Kurdan qebûl bike û got:“Kurd xwedî li hev derdikevin, şaredarên xwe hildibijêrin, wekîlên xwe hildibijêrin. Eger em aştiyeke mayinde dixwazin, dewlet jî bi gotina ‘Em we qebûl dikin’ sibe rabe qeyûman deyne ser şaredariyên me, em vê yekê qebûl nakin. Em vê yekê dibêjin: Êdî bes e, bila zarokên Tirkan û Kurdan nemirin. Em gava şewitandina çekan a komekê ku bi banga Rêber Apo pêk hat, pîroz dibînin. Komîsyona ku piştî vê gavê ava bû, em hêvî dikin ku wê rê nede şerxwazan. Divê li dayikan guhdarî bike; eger bi vî rengî bibe, bêguman ji her kesî bêhtir em aştiyê dixwazin. Eger ev nebe, eger wê Kurdan bixapînin, em aştiyeke bi vî rengî naxwazin.”
ANF/STENBOL