Gava xeter a HTŞ’ê:Binasnamekirina Çeteyên biyanî!

Şemî 23 Tebax 2025 - 03:30

Piraniya çeteyên biyanî bi destpêka aloziya Sûriyeyê re li ser banga DAIŞ’ê û bi armanca avakirina “Dewleta Xîlafetê” hatin Sûriyeyê. Lê piştî tunekirina DAIŞ’ê piraniya wan beşdarî HTŞ’ê bûn. Hinan jî komên çekdar ên herêmî ava kirin û ew jî di bin sîwana HTŞ’ê de tev digerin. Çeteyên biyanî yên li Sûriyeyê ji van welatan in: Uygur (Tirkistan) ji Çînê ne: Ew koma herî mezin e, piraniya wan di nava HTŞ’ê de cih girtiye. Çeçen: Fermandar û çekdarên ji Rûsyayê ne. Ereb: Ji welatên Kendavê, Urdin, Misir, Tunis û Mexribê (Fas) ne. Ewropa: Ji Fransa, Brîtanya û Almanyayê ne û hejmara wan niha kêm e. Hejmareke pir a wan vegeriyan welatên xwe. Hejmareke din ji Ozbekistan, Tacîkistan, Tirkiye û Albanyayê ne. Hejmarek ji welatên din ên cuda jî hene. Pir zehmet e hejmara çeteyên tev li nava HTŞ’ê bûne were teyîdkirin. Tê texmînkirin ku hejmar nêzî 6 hezarî ye. Li gorî hin raporan hejmara çeteyên biyanî li Sûriyeyê ji sedî 30’ê çekdarên HTŞ’ê ye. Bi hilweşîna rejîma Baasê re, çeteyên biyanî li herêmeke berfireh belav bûn û ji gundewarên Idlib û Helebê ber bi herêmên din ên Sûriyeyê ve derketin. Beşeke wan li gundên Ceblê yên Laziqiyê bi cih bûn. Beşeke din li herêmên din ên Laziqiyê û li nêzî gundê El Hemîdiye yê li başûrê Tertûs, beşeka wan jî li nêzî Şamê û gundên Hums û Hemayê bi cih bûne. Beşeke din jî cihê xwe li Idlib û Helebê parast. Çeteyên biyanî baregeh û navendên rejîma berê yên leşkerî wek bargehên xwe bi kar anîn. Piraniya binpêkirin, sûc, sorkirin, revandin û talan bi wan ve tê girêdan. Hebûna wan li Idlib û Helebê jî didome.

Deriyê çeteyên biyanî: Tirkiye!

Çeteyên DAIŞ’ê û berpirsên Cebhet El Nusra (HTŞ ya niha) berê roleke mezin di erkdarkirina çeteyên biyanî û anîna wan de lîstiye. Di hemû rewşan de derbasbûna wan di ser Tirkiyeyê re çêdibû. Tirkiyeyê sînorê xwe ji çeteyan re vekir. Ew bi rêya balafirxaneyên xwe anîn û berê wan da Sûriyeyê. Bi dehan belge û mikurhatinên çeteyan di vê derbarê de hatine weşandin. Gelek belgeyên din îsbat dikin ku dewleta Tirk li pişt derbaskirina çeteyan e. Yên pasportên wan mohra Tirkiyeyê li ser, ketine destê QSD’ê. Ev îsbat dike dewleta Tirk ji wan re rê vedike. Bi avakirina Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re çeteyên biyanî li tugayên leşkerî yên artêşê hatin belavkirin. Ji wan: Partiya Îslamî ya Tirkistanî: Serokê wê Ebû Mihemed El Tirkistanî ye, hejmara çekdarên wê derdora 2 hezar û 500’î ye. Ensar El Tewhîd: Ebû Diyab Sermîn fermandariya wan dike, hejmara wan derdora 200’î ye.

Ecnad El Qoqaz: Muslim El Şîşanî fermandariya komê dike. Hejmara wan 250 e. El Şîşan (Ecnad El Şam): Ebû Ebdulmelik El Şîşanî fermandariya wê dike, hejmara wan derdora 300’î ye.

Metirsiya li ser paşeroja Sûriyeyê

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo hebûna çeteyên biyan li Sûriyeyê fermî bike, kar da meşandin. Di fermandariya bilind de rol da wan. Hin ji wan di desthildariyê de erk girtin. Ev di qadên siyasî û leşkerî de. Li ser wan karê dewletê û rêxistinkirina dema veguhêz bi rê ve diçe. Di heman demê de hewil didin di riya wan re civakê ji nû ve rêxistin bikin.

HTŞ’ê ber bi nasnamekirina çeteyên biyanî ve diçe. Ev gav bi taybet piştî Serokê Veghêz ê Sûriyeyê Ehmed El Şeri di 18’ê kanûna sala 2024’an de got:“Çekdarên biyanî roleke mezin di hilweşandina rejîma Esed de girtin. Hêjane em wan xelat bikin.”

Dosya dayîna nasnameyê ji çeteyên biyanî yên li Sûriyeyê bûne mijara nîqaşên berfireh. Piştî wan fermî daxwazname ji hikumetê re pêşkêş kir. Tê de daxwaz wergritina nasnameya Sûriyeyê dikin. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ev 2 meh in nasname ji çeteyan re tê dayîn. Li gorî wê rojane di navbera 30-50 çeteyên biyanî nasnameyê digrin.

Ev mijar metirsiyeke mezin di nava gelê Sûriyeyê de ava kiriye. Dibêjin ev gav dê nasnameya Sûriyeyê careke din li ser esasê baweriyan xêz bike.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.