Berdana nivîskarê girtî hat taloqkirin

Çarşem 24 Îlon 2025 - 16:00

  • Înfaza nivîskar Rizgar Turhan ji ber pirtûkên wî yên bi navê "Dilopek Ji Ava Jînê" û "Cangoriyên Mişarê", 3 mehan hat taloqkirin.

Nivîskar Rizgar Turhan ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Afyonê girtî ye, piştî 30 salên di girtîgehê de dihat payîn ku bê berdan. Berdana Turhan ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve ku di 10'ê Îlonê de hatibû gazîkirin, 3 mehan hat taloqkirin. Lijneyê "ferzkirina poşmaniyê" û pirtûkên nivîskar ên bi navê "Dilopek Ji Ava Jînê" û "Cangoriyên Mişarê" yên ku wî di girtîgehê de nivîsandiye, wekî hincet nîşan da.

Ji ber vê sedemê nivîskar Rizgar Turhan ku înfaza wî 3 mehan hatiye taloqkirin, telefonî malbata xwe kir û hinceta lijneyê ya taloqkirinê ragihand.

Bavê Turhan, Hacî Turhan bertek nîşanî vê biryarê da. Turhan, destnîşan kir ku kurê wî, tevî ku 30 sal cezayê xwe temam kiriye jî ji ber ku wî ferzkirinên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê qebûl nekiriye, berdana wî hatiye taloqkirin û got: "Cezayê kurê min qediyaye, lê ew wî bernadin. Ne mimkûn e ku kesek ku 30 sal di girtîgehê de mabe poşman bibe. Pirtûkên ku wî nivîsandine jî wekî hinceteke şewitandina înfazê hatine nîşandan. Ger ev pirtûk qedexe bin, çima destûr hatiye dayîn ku werin çapkirin? Ev pirtûk bi fermî hatine çapkirin, ji ber vê yekê divê neyê cezakirin."

Hacî Turhan diyar kir ku ew du sal in ji ber pirsgirêkên aborî û tenduristiyê nikare serdana kurê xwe bike û got: "Ne derfeta me û ne jî hêza me heye ku em biçin. Bi dêya wî re nexweşiya dil heye û emeliyat bûye. Em ne ji hêla aborî û ne jî ji hêla tenduristiyê ve nikarin biçin. Ger kurê min neyê berdan, divê ew herî kêm wî veguhezînin cîhekî nêzîkî me da ku em wî bibînin. Li holê pêvajoyek heye. Divê dewlet jî di vê pêvajoyê de gavên berbiçav biavêje û girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê xwe qedandine berde. Malbat û girtî tevde mexdûr dibin. Madem pêvajoyek heye, nexwe girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan qediyaye berdin."

Sakîne Turhan (65), dayika Rizgar Turhan ku nexweşiya dil pê re heye got: "Em li bendê bûn ku kurê min bê berdan, lê wan cezayê wî 3 mehan dirêj kir. Piştî emeliyata dil, stent di dilê min de hat danîn. Divê kurê min bê berdan. Em aştiyê dixwazin. Ji ber vê pêvajoyê, hemû girtiyên siyasî û nexweş, bi taybetî Rêber Apo, serbest berdin." MA / SÊRT / OZAN BAYINDIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.