Komek kolber winda bûn

Duşem 30 Kanûn 2024 - 02:45

Kolbernews’ê ragihand pêr di saetên sibehê de komeke kolberên Kurd li bilindahiya devera Bestam a li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber barîna berfa zêde, winda bûne û heta niha jî çarenûsa wan nayê zanîn. Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku xelkê deverê û tîmên girêdayî Heyva Sor mijûlî lêgerînêne. Herwiha Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdpa’yê ragihand ku kolberek Kurd ê xelkê Bane ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye. Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdpa’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku kolberê Kurd yê bi navê Idrîs Nadirî (30) yê xelkê gundê Qul Esterî ya ser bi bajarê Bane, di dema kolberiyê de ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye.

Hate gotin ku Idrîs Nadirî bi 3 hevalên xwe re ji ber barîna berfê ya li sînorê Baneyê, asê mabûn û ji ber wê jî Idrîs Nadirî ji ber sermayê miriye. Rêxistinê da zanîn ku rewşa kolberên din jî ne başe. Li gor daneyên Kolbernewsê, di şeş mehên destpêkê yên îsal de 142 kolber li deverên sinorî yên Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişên hêzên rejîma Îranê, teqînên mayînan û bûyerên xwezayî de mirine yan jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.