Koma Ma ji bo jinên berxwedêr li ser dikê bû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 23 Çile 2023 - 02:22

  • Elaqeyeke mezin ji bo konsera Koma Ma hebû.

Koma Ma ku li Enqereyê konserek li dar xist, kilamên xwe diyarî jinên berxwedêr kir. 

Koma Ma ku dest bi konseran kiriye, konsera xwe ya ewilî li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê li dar xist. Elaqeyeke mezin ji bo konserê hebû. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar jî tevlî konserê bû.  

Ji Koma Mayê re, muzîkhezan demeke dirêj li çepikan xist. Li ser navê Koma Mayê hat gotin, ew stranên xwe di şexsê Jîna Amîniyê de diyarî jinên berxwedêr hemûyan dikin. 

Guhdaran jî li ber stranên Koma Mayê govend gerandin. 

Piştî konserê kulîlk diyarî Koma Mayê hatin kirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî Koma Mayê pîroz kir.

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.