Malperek kitêbên Kurdî yên ji bo zarokan, digihîne hem xwende û hem nexwendeyên Kurdî. Lewma kitêb dijîtal weke xwe li ser malperê tên barkirin û dengek jî wan dixwîne. Navê malperê PûkBook (https://www.pukbook.com/) e.
Kitêb bi sê şêwezarên Kurdiyê (Kurmancî, Kirmanckî û Soranî) jî li ser malperê hene.
Malper bi xwe armanca xwe wiha rave dike: “Di vê dema teknolojîk de, xwendin û xwe anîna ziman ji her car gîrintir bûye. Têkiliya mirovan li ser înternetê bi rêk û pêk dibe. Divê mirov karibe bi zimanekî fesîf xwe bi nîvîskî bîne ziman. Ji bo ku nivisandin hêsan bibe, divê mirov bixwîne.
Edebiyata devkî gelek bi qîmet e û bêhempa ye, baş e ku heye û li ser me Kurdan bandoreke mezin hiştiye. Lê dem dema nivisandinê û xwendinê ye. Xwe hînê xwendinê kirin ne hêsan e. Mirov çiqas zû bi zimanê niviskî bihese, hîn bûna xwendinê jî ewqas hêsan dibe.
Gava zarok dest bi xwendinê dikin, lazim e dê û bav dewam bikin û ji wan re bi deng bixwînin û çîrokan bibêjin. Wek dê û bav, em bixwe zanin ev ne hêsan e. Pirtûk nayên peydekirin, yan jî zimanê pirtûkê zor e û nayê fêmkirin. Wek çareserî me PûkBook çêkir.”
NAVENDA NÛÇEYAN