Kitêbek e lê bi tesîr e

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 7 Îlon 2020 - 01:25

  • Kitêba lîseyê ya dersê di beşa ser şer û aştiyê de cih dide Kurdan. Ev dersa hanê ji ber ku wê li lîseyê bi şagirtan re bê kirin, tesîra wê ji gelek kar û çalakiyên dîplomatîk bêhtir e. Yekane wêneyê hatiye bikaranîn jî yê şervanên YPJ û YPG´ê ye.

Di kitêbeke dersê ya li Fransayê de Kurd mijar in. Ev kitêb a ji bo lîseyê ye. Di sinifa 11´an de yanî sinifa 2´yan a lîseyê (amadeyî) de şagirtên Fransî wê Kurdan nas bikin û minaqeşeyekê li ser wan bikin. Naveroka dersê bi serê xwe muhim e. Ez ê li jêr jixwe bi berfirehî berê xwe bidimê. Lê bi ya min ya jê muhimtir ew e ku Fransiyên ji îsal û pê ve çûn lîseyê wê Kurdan nas bikin. Dîplomasiya Kurdan salê divê çend çalakî û civînan organîze bike da ku karibe xwe bigihîne van bi milyonan mirovan? Bersiva vê pirsê girîngiya vê gavê jî nîşan dide. Yanî metneke kurt, derseke ji du rûpelan wê xwedî tesîreke ji gelek kitêbên li ser Kurdan bêhtir be. Wezîfeyekê nîşanî Kurdên dîasporayê û dîplomasiya Kurdan jî dide: derfetên bi vî rengî li welatên din jî biafirînin!
Em li kitêbê vegerin; kitêb a dîrokê ye. Ji bo sinifa 2´yan a lîseyê hatiye amadekirin. Di kitêbê de 2 rûpel ji Kurdan re hatine veqetandin, lê ders weke derseke ku şagirt tê de kompozîsyonekê amade bikin, minaqeşe bikin û bersivê bidin pirsan, hatiye sêwirandin.

Klîşeya miletê bêdewlet

Dersa di beşa "şerkirin û aştîavakirin: awayên şer û şêwazên çareseriyê" yê kitêbê de bi klîşeya "Miletê bê dewlet" di sernavê dersê de dest pê dike. Lê ev klîşe bala şagirtan jî çêtir dikişîne ser dersê. Di bin vî sernavî de agahiyên giştî yên weke miletekî mezin ê bê dewlet bi serjimara qederê 40 milyonan û pirraniya wan Misilman in. Metn wiha dewam dike: "Ji sedsalekê ve ji bo Kurdistaneke serbixwe têdikoşin. Welatên ku ew lê dimînin bi awayekî çalak li ber vê radibin, red dikin ku dev ji qismekî ji erda dewleta xwe ya neteweyî berdin. Ji sala 2006´an ve, ketina [ji desthilatê ya] Sedan Huseyn û arîşeya li Sûrî hêviya Kurdistaneke serbixwe zindî dikin."

Dijminatiya dewleta Tirk xuya ye

Di kitêbê de kronolojiyeke seresere ya sed salên dawî heye; ev kronolojî bi vê metnê destpê dike: 1920-1930: gelek raperînên Kurdên Tirkiyeyê. Kronolojî wiha bi dawî dibe: 2018: Dewleta Tirk Kurdistana Sûrî dagir dike.
Di kitêbê de qisma herî seresere û bi agahiyên şaş li ser şervanên Kurd e. Bi binesernavê Pêşmerge, tevahiya şervanên Kurd tên binavkirin; heta behsa damezrandina YPJ´ê bi xwe jî di vê beşê de tê kirin; tevî şaşiya di sala damezrandina wê de.
Tabelayeke agahiyên giştî yên li ser Kurdan jî rûpelê pêşî yê dersê de heye. Di rûpelê diduyê de nexşeyeke Kurdistanê heye ku jeopotîka Kurdistanê rave bike. Metna herî dirêj ku "Nihêrîna pisporî" ye, di dersê de li ser Rojava ye û ev qism ji rojnameya Le Monde hatiye girtin, hema piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê û Girêspî hatiye nivîsîn. Ev nivîs bi binesernavê "Dawiya Kurdistana Sûrî" balê dikişîne êrişên dewleta Tirk ên qirker û xiyaneta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê.
Qisma herî muhim di dersê de qisma minaqeşeyê ye. Sê pirsên sereke li ser rewşa Kurdan li çar parçeyan û doza wan a diyarkirina çarenûsa xwe, dewra wan di şerê li dijî DAIŞ´ê de û ka çima rewşa Kurdan li Sûrî û li Iraqê mirov dikare li ber hev bigire?
Wekî din pirseke li ser rewşa serxwebûna Kurdistanê jî heye ku balê dibe ser referandûma 2017´an.
Di heman qismî de ji bo minaqeşeyeke berfireh ji şagirtan tê xwestin xisûsên dişibin hev û yên ji hev cihê yên rewşa Kurdan û Filistîniyan li ber hev bigirin. Herî dawî jî ji bo atolyeya lêkolînê ji xwendekaran tê xwestin ku dosyayekê li ser dîrok, nasname, çand û taybetmendiyên miletê Kurd amade bikin.

Wezîfeyekê datîne ber dîplomasiya Kurdan

Ji bilî bi vî rengî amadekirina dersê, wêneyên hatine bikaranîn jî muhim in. Ji bilî bikaranîna grafîk û nexşeya Kurdistanê, yek wêne tenê heye: Şervanên YPJ´ê û YPG´ê alayên YPJ û YPG´ê piştî serketina xwe hildidin û dimeşin.
Ji naveroka dersê û wê de, tesîra hebûna derseke bi vî rengî di kitêbên dersê de wê ji bo civaka Kurd a li Diaspora û siberoja Kurdan bi giştî jî muhim be. Kurd bi çalakgeriyeke li gorî miletên gelekî xurt hewl didin li dîasporayê hebûna xwe biparêzin. Di kitêbên dersê de bicihbûn, qabilê çalakgeriyeke gelekî xurt e. Mirov çalakgeriya xwe dikare dewam jî bike, lê şagirtekî ev ders xwendî û li çalakiyê bisekine, li kula çalakgeran bipirse. Ew ê sibe dusibe ne tenê raya giştî, lê burokrasiya van welatan jî pêk bînin. Ji ber vê yekê ev destketiyeke muhim e ji bo dîplomasiya Kurdî û divê ji bo ku di kitêbên dersan ên dibistanê yên welatên din de jî Kurd cihê xwe bigirin xebat bên meşandin. Hem bi sendîkayên pîşeyî, hem di asta akademiyê de û hem jî bi dêûbavan di asta şaredarî û komunan de ev xebat dikare bê kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.