Kî xuya be wê û wî digirin

Duşem 23 Çile 2023 - 05:12

Li gel êriş û gefên dewleta Îranê yên li dijî aktîvîst, rojnamevan û kesên xuya yên di nava civakê de jî, raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û li îranê li dijî rejîma heyî dewam dike. Rejîmê li Sine mamosteyeke Kurdî, li Serdeştê Melayek û li Tehranê jî rojnamevaneke jin kire nezaretê.

Ji bo tepisandina raperîna gel a li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê rejîma Îranê bi êrişên kirina nezaretê, girtin û mehkûmkirinê, niha xwe diceribîne. Ew kesên di nava civakê de xuya dike armanca êrişên xwe. 

Hêzên rejîmê, pêr li paytexta Îranê Tehranê, peyamnêra ajansa Şehr, Milîka Haşimî kirin nezaretê.

Li aliyê din qaşo Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, pêr cezayê 6 salan ê hepsê li wênegir û aktîvîst Reyhane Terawetî birrî. Reyhane Terawetî bi îdîayên ‘avakirin û rêxistinkirina çalakiyên di çarçoveya tevgerên jinan ên li Îranê û tevlîbûna nav Tevgera ´Me Too’ de hatibû tohmetbarkirin.

 

Melayekî din girtin

Li aliyê din hefteya bihurî êvara înê, hêzên rejîma Îranê, Mele Hesen Kohî, mela û waizê mizgefta Bazar Şehr a Mîravaya Serdeştê girtin.

Ji bo girtina wî ti belge û sedemên qanûnî nehatin nîşandan û ew bi cihekî xelk pê nizanê ve birin. Heta niha jî aqûbeta Mela Hesen Kohî nediyar e.

Hêzên rejîmê destpêka hefteya bihurê jî Hesen Fethî Xezirlekî, melayê gundê Qaziliyan yê Bokanê girtibûn.

 

Mamosteya Kurdî kirin nezaretê

Hêzên rejîma Îranê li Sine hefteya bihurî, mamosteya zimanê Kurdî Soma Pûrmihemedî kirin nezaretê. Ew di heman demê de endama birêveberiya Encûmena Çandî-Civakî ya “Nûjîn”ê ye.

“Soma Mihemedîpûr” hefteya nihurî çarşemê dabû pey dosyeya hevjînê xwe Idrîs Mênberî li qaşo Dadgeha Şoreşê ya bajarê Sine. Hêzên rejîmê ew li wir kirin nezaretê û heta niha jî aqûbeta wê nediyar e.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.