Keysa xwe li qirkirinê tînin

Sêşem 14 Sibat 2023 - 15:57

SEMA ÇAGLAK / JINNEWS / AMED

Di encama erdheja navenda wê Mereş û Dîlok de li zêdeyî 10 bajaran bandoreke giran bû. Bi dehhezaran kes mirin, bi milyonan kes bê war man. Di encamê de bi 10 hezaran avahiyên pirqat hilweşiyan. Welatiyên ku bêwar man, neçar dimînin ku berê xwe bidin bajarên din. Ev jî careke din polîtîkayên koçberkirine dixe rojevê. 

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê Yasemîn Uçer, têkildarî mijarê axivî.

YasemînUçer, bi bîr xist ku ew polîtîkayên koçberkirinê ji salên 90’î ve nas dikin û wiha peyivî: “Mixabin rastiyeke vê erdnîgariyê ya erdhejê heye. Li şûna ku dewlet li vê mijarê bifikire û li ser bisekine, gel mexdûr dike û dide koçberkirin. Bi erdhêjê re em dibînin ku gelek kes berê xwe didin bajarên metropolên Tirkiyeyê. Polîtîkayên bêmirovhiştinê rastiyeke erdnîgariya Kurdîstanê ne.  Divê mirov bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Lê li Tirkiyê polîtîkayên berovajî wê tên kirin. Koçberî di jiyana gelan de rewşeke xirab e. Têkiliya mirovan ya bi axê re tim xurt bûye. Bi koçberkirinê re şêwaza jiyana gel jî tê tunekirin û pê re demografyaya Kurdîstanê tê guhertin. Ji ber ku bajarên erdhêj li wan pêk hat, zêdetir bajarên Kurdan e.”

Em ê xwedî li axa xwe derkevin

Uçer destnîşan kir ku bi piştgirîya bi hev re mirov dikare xwe ji xeteriya koçberiyê rizgar bikin û got: “Gava kurd koçberî bajarên din ên metropolan tên kirin kirin tê xwestin ku nasnameya xwe ji bîr bikin. Lê belê Kurdan hertim li dijî polîtîkayên koçberkirinê li ber xwe dane û hewil dane ku nasnameya xwe biparêzin. Divê em xwedî li axa xwe derkevin. Rastî kerasetek heye lê bi piştgirîya bi hev re em dikarin gelê xwe ji vê xetereyê rizgar bikin.”

Jiyana komûnal tê tinekirin

Yasemîn Uçer anî ziman ku jiyana gelê Kurd jiyaneke wekhev û komînal e û got: “Hem ciwan hem pîr û kalên me tevî zehmetiyan di vê pêvajoyê de gel tenê nehiştin. Li bajarên metropolan lîberalîzm û takekesî heye. Lê belê li vir civakîbûn û jiyanek komûnal heye. Bi neçarkirina koçberiyê  dixwazin vê jiyanê ji holê rakin. Di her kerasetê de girîngiya ax û welêt derdikeve holê. Tiştên ku me heyî dikin, ziman, çand, dîrok û nasnameya me ye. Ji bo ku hebûna gelekî were windakirin polîtîkayên şerên taybet dixin dewreyê. Yek ji wan jî têkiliya mirov a bi axê re qût kirin e.  Hem jî bi vê yekê re pêşxistina polîtîkayên bişaftinê dixin dewrê. Ev mijarek girîng e û divê zêdetir mirov li ser bisekine.”

Xebat wê bên destpêkirin

Yasemîn Uçer di dawiyê de diyar kir ku Kurd wê birînên xwe bi xwe bipêçin û got, “Li desthilatdarek wisa bifikirin ê ku bihayê guleyekê ji gel dipirse. ew ê hesabê ewqas mirî û birîndarên erdhêjê çawa bide gel. Ev şert û mercên ku gel tê de ye, ti carî nayên jibîrkirin. Amedê birînên xwe bi xwe pêçan û ne tenê yên xwe di heman demê de birînên bajarên din jî dipêçe. Pêvajoya dijwar piştî vê demê dest pê dike. Hem ji aliyê derûnî û trawmatîk hem jî ji aliyê şert û mercên ji bo paşerojê wê xebat werin destpêkirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.