Keybanûya pêxwas ya li ser dikan: Cesaria Evora

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Adar 2021 - 00:12

  • Tişta ku Evora dike hunermendeke bi qedir, helwêsta wê ya li ser sahneyê ye. Ji bo “hemû mirovên birçî yên dinyayê û civakên xizan” ew her tim pêxwas derdikeve ser dikê û dixwaze balê bikişîne ser vê rewşê.

ARDÎN DÎREN

Cesaria Evora, jiyaneke di nav êş û xizaniyê de derbasbûyî, keybanûya pêxwas ya ser dikan, dengekî têr û tijî û bi efsûn ku mirov li ber wî dengî mest dibe û hema wisa bi carekê dest bi rêwîtiyê dike û kûr û dûr dirame. Evora, dengekî çeleng û aram. Evora, dengê xizanî, êşê û bêrîkirinê. 
Rehên dengê Evora digihîjin Efrîkayê. Ew ji wê kaniyê vedixwe û dengê xwe bi wê kelepora qedîm terbiye dike. Sala 1941’an li Mindeloya São Vicente tê dinê. Ciyê lê tê dinê girav e û ew girav mêtingeha Portekîzan e. Portekîz demeke dirêj van giravan ji bo berjewendiyên xwe talan dikin. Evora demeke dirêj li van giravan maye. Hçna ciwan e, dest bi stranbêjiyê dike lê hêviyên wê zû qels dibin, namînin. Bavê wê kesekî eraqvexwar e û zêde lê xwedî dernakeve, ew demeke dirêj tenê li hin bar û kafeyan derdikeve ser dikê û bi vî awayî debara xwe dike. Her wiha li diya xwe û du zarokên xwe jî miqate dibe û wan xwedî dike.
 
Ji bo piştgiriyê pêxwas derdikeve ser dikê

Rojekê menejerekî Fransî yê bi navê Jose da Silva diçe ku li dengê wê guhdarî bike. Piştî ku li dengê wê guhdarî dike gelek jê hez dike û dixwaze wê bibe Parîsê. Evora di serî de napejirîne, lê dawiyê dibêje, “Qet nebe ez ê Parîsê bibînim” û pêşniyaza Jose da Silva dipejirîne. Paşê ew sala 1988´an berê xwe dide Parîsê. Gava ew diçe Parîsê, 47 salî ye. Lê ji ber ku dengê wê dengekî xweş û çeleng e, zû jê tê hezkirin. Piştî demekê êdî ew ji bo konseran derdikeve ser dikê. Lê tişta ku Evora dike hunermendeke bi qedir, helwêsta wê ya li ser sahneyê ye. Ji bo “hemû mirovên birçî yên dinyayê û civakên xizan” ew her tim pêxwas derdikeve ser dikê û dixwaze balê bikişîne ser vê rewşê. Li ser dikê, ti carî pêlavên biriqî naxe lingê xwe û di hemû konserên xwe de pêxwas li ser sehneyê ye. Ji ber vê, helwêsta wê ew wek “keybanûya pêxwas” ya li ser dikan tê naskirin.

Em tazî hatine em ê tazî herin

Di hevpeyvîneke xwe de Evora dibêje, “Pêxwas xwe bêhtîr bexwtewar û azad hîs dikim. Em tazî hatin dinyayê û em ê tazî vegerin.” Evora li gel van hêlên xwe her tim li ser dikê rehet û azad tevgeriyaye, ji maqyaja zêde qet hez nekiriye û dem hatiye li ser dikê puroya xwe pêxistiye û kişandiye. Ji ber ku xwezayî ye, bêhtir ji wê hatiye hezkirin û lê hatiye guhdarîkirin.

Albûma wê ya pêşîn di sala 1988’an de derdikeve. Piştî vê albûmê bêtir tê naskirin û albûmên dîtir li dû vê albûmê derdikevin. Evora stranên xwe bêtir bi zimanê Creole dibêje. Ev zimanê Creole nîvî Portekîzî nîvî jî Efrîqî ye. Zimanekî balkêş yê hevpar e. Lê Evora stranên xwe tim bi vî zimanî dibêje, li gel ku zimanekî biyanî ye û zêde nayê zanîn jî stranên Evora tên hezkirin. Ji lewre dengekî çeleng yê dilsoz pêra heye ku mirov ber bi xwe ve kaş dike.
 
Nûnereke “Şêwazê Mornayî”

Li gel çelengbûn dengê Evora ew bi “Şêwazê Mornayî” û “Koledera” stranên xwe distrê. Ev şêwaz, ji şêwazên muzîkeke taybet a Cape Verde ye. Yek ji kesên herî baş temsîliyeta van şêwazan dike jî Evora ye. Tenê ne ev şêwaz, şêwazê Evora her wiha dişibe şêwazê Fadoyên Portekîzê jî û şêwazên Kuba û yên Efrîkî jî di qirika xwe de dihewîne. Ji ber van taybetmendiyên xwe, ew li welatê xwe weke “Qasida Çandê” tê pênasekirin û bi vî awayî jî tê xelatkirin. 

Evora, heta niha bi sedan konser dane û di van konseran de her tim pêxwas derketiye ser dikê. Sala 2003’an bi albûma xwe ya “Dengê Evînê” xelata Grammy wergirtiye, yek ji xelatên ji bo muzîkjenan dinyayê herî navdar. 

Hunermend Cesaria Evora sala 2011’an 70’ê salî ji ber ku dilê wê sekinî, wefat kir û konê xwe ji nav me bar kir.

Kê şanî te kir ew rêya dirêj

Di strana xwe ya bi navê Sodadê de ew hesreta xwe ya ji bo welatê û dûriya ku rê li ber dirêj kirine, tîne ziman. Gotinên vê strana wê ya navdar wiha ne:


“Kê şanî te kir ew rêya dirêj?
Kê şanî te kir ew rêya dirêj?
Ew rêya diçe São Tomé
Sodade, Sodade
Sodade, Sodadeya ji erda min, São Nicolauyê
Heger ez binivîsim, ez ê gelekî binivîsim
Heger ez ji bîr bikim, ez ê lodekê ji bîr bikim
Heta wê roja ez vegerim”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.