Bi sînemayê têkoşîna Kurdan vedibêje

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Adar 2025 - 16:30

  • Tevî ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku di 2012’an de dest pê kiriye, zemînek ji bo pêşxistina çanda Kurdan daniye, lê beşa sînema lawaz ma û li jêr asta tê xwestin de ye. Ji ber ku nivîskarên senaryo û derhêner tune ne, wê jî hişt ku afirînerên keç û xort derkevin, ji wan jî nivîskara ciwan Hemîde Farûq Mirîî. 

Nivîskareke ciwan a ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê hewl dide bi rêya nivîsandina sînemayê balê bikişîne ser têkoşîna Kurdan, nexasim têkoşîna jinan.

Di yekemîn xebata xwe ya bi navê "Şêrîn" de nivîskar Hemîde Mirîî (35) balê dikişîne ser rewşa jinan berî û piştî Şoreşa Rojava. Bi wê yekê Hemîde dixwaze peyamekê bide ku jinan ne amûrek in, lê belê xwedî kesayet û hebûneke serbixwe ne û dikarin biryaran bidin û xebitîna di tevahî aliyên jiyanê de ji mafên wan in.

Hemîde niha li ser komkirina agahiyên der barê şewata Sînemaya Amûdê de dixebite ku senaryoyekê li ser vê trajediyê binivîse, her wiha li ser nivîsandina efsaneya stranabêja Kurd Eyşe Şan jî dixebite.

Xwesteke nifşê nû

Hemîde diyar kir ku armanca wê ya bingehîn sînemaya Kurdî bi pêş bixe û çîrokên dîrokî yên taybet bi civaka Kurd vejîne, ji bilî wê jî balê bikişîne ser rewşa Kurdan ku bi zordestî û çewisandinê re rû bi rû ne. Hemîde wiha got: "Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê de nifşekî ciwan ku di dibistanên zimanê Kurdî de xwendine, hat gihandin. Xwesteka vî nifşî yê zanîna dîrok û dozên civaka xwe heye. Ji lew re divê em borî û niha di xebatên xwe yên hunerî û wêjeyî de bixin pratîkê."

 

 

Em ji cîhanê re rastiya Kurdan vebêjin

Hemîde der barê astengiyên li pêş wê derdikevin de wiha pê de çû: "Kêmbûna derhêner û berhemdaran li Rojava ji me re astengiyên mezin in. Ji ber ku em dixwazin xebatên xwe yên sînemaya Kurdî bibînin û ji cîhanê re rastiya xwe aşkera bikin." Hemîde amaje bi fikra Rêber Abdullah Ocalan li ser jinan kir û wiha berdewamî da axaftina xwe: "Ferqeke mezin beriya şoreşê û piştî şoreşê li ser vê yekê heye. Berê tu hişyariyeke têrker li hember jinê tune bû, lê piştî wê nêrîn hat guhartin, bi taybet piştî ku me jinan xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir."

Hemîde axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Parastina çanda Kurdî ji erka me tevan e, ji lew re ez bi hemû enerjiya xwe ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî dixebitin. Ez filman çêdikim û tê de çand, kesayetên dîrokî û zilma li ser Kurdan bûye, derdixim pêş."  BESNA ŞEMO / ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.