- Landayî dengê hundirîn yê jina peştonî ye. Jinan ev helbest bi xwîna xwe xemilandine. Herwiha ji bo em civaka Efxan ji bin ve nas bikin, giyanê gelê vê civakê vekolin, divê em helbestên landayî bi baldarî bixwînin û li wan mijûl bibin.
SALÎH BOZAN
Çima me xwest van helbestên landayî wergerînine zimanê kurdî û lêkolinan li ser bikin?
Sedema pêşî, jinên ev helbest nivîsîne nexwende ne; li ser jiyana xwe û hinek dozên civakî nivîsîne. Sedema duyan, landayî di kelepora gelêrî ya cihanî de cureyeke helbestan a taybet e. Sedema sêyan, di navbera van helbestan û helbestên jinên Kurdan de hevbeşiyek heye; ango dê civaka kurdî were ber çavên Kurdan dema van helbestan bixwîne. Bi taybetî rewşa jina Kurd di civaka êlî ya kurdî de nîşan didin.
Navê van helbestan bi zimanê Urduyî Landayî ye. Ev peyv bi kurdî tê wateya kurt, ango kurtehelbest. Feylosof û nivîskarê Efxanî Dr. Seyîd Beho Dîn Mecrûh (1928-1988) dibêje: “Jinên peştonî ev helbest di nav xwe de diafirandin, distiran û bazdidan. Ew du xêzên serbixwe ne li ser mijarekê ne.”
Landayî dengê kê ye?
Landayî dengê hundirîn yê jina peştonî ye. Herwiha ji bo em civaka efxanî ji bin ve nas bikin, giyanê gelê vê civakê vekolin, divê em helbestên landayî bi baldarî bixwînin û li wan mijûl bibin. Carinan nêrînên siyasî û rewşenbîrî gewhera gelan diyar nakin. Di Rojhilata Navîn de pir caran siyasetmedar û rewşenbîr di bin bandora hêvî û daxwazên xwe de hin nêrînan dinivîsin. Lewra hinekî dûrî helkewtê dikevin.
Di van helbestan de, em nêrîna jina Efxanî ya gelêrî li ser jiyan, civak, welat, penaberî û hinek mijarên din dixwînin. Bi taybetî li ser civaka nêrzayî ya êlî û ya misilmaniya tûndrewî Ev jin ne siyasetmedar in, ne rewşenbîr in; tiştekî ji dîroka civaka xwe nizanin. Ew bi sewdan û hestan zarokên dema xwe û civaka xwe ne; û dûvre endîşe û fantaziyên siyasî ne. Em karin bibêjin, ev helbest zimanê civaka helkewtî ne. Bi gotineke din, ev helbest seranser rewşa jinê ya nûdemî di vê civakê de û taybetiya serkêşiya wê didine xuyakirin. Lê, berîya em derbasî kişwera-Memleketa helbestên landayî bibin, divê em bi kurtî gelê peştonî bi xwendeyan bidin nasandin.
Koka gelê Peşton
Koka gelê peşton heya rojhilatê Îranê diçe ; bi zimanê peşton diaxive. Ev gel, ji rojavayê Pakistanê heya başûr û rojhilatê Efxanistanê berbelav e. Li hinek parçeyên bakur û rojhilata Efxanistanê jî heye. Li herêma Xorasanê ya Îranî, li Keşmîra di bin desthilatdariya Pakistanê de û li herêma Sind heye. Hejmara gelê peştonî li cihanê nêzikî çil milyonî ye. Li Pakistanê bi tenê li derdora bîst û pênc milyonan e; ango netewa li rêza duyan e. Li Efxanistanê rêjeya wan nêzî nîvê çil milyonî ye. Hinek çavkanî dibêjin ev hejmar dûrî rastîyê ye. Rêjeya wan, ji sedî çil û du ji gelê Efxanî ye.
Gelê Pişton û Tajîk di koka xwe de vedigere regeza Arî. Bi gotineke din Pişton biraderê Faris, Kurd û Tacîkan e. Herwiha, civaka peştonî li gor gerdişên êlî û girşanên îslamî hatiye sazmendkirin. Lewra ew civakeke bi tevahî nêrzayî ye. Desthilatdariya mêr li ser jinê tûnd e. Mafên jinê li gorî êl û olê hema bibêjin nîne. Jin bi temamî koleya bav, bira, mêr û kur e.
Dîlan, stran û muzîka gelêrî
Kultûra peştonî ne kevin e. Di çend sedsalên dawîn de ava bûye. Lewra bi ramanên ola îslamî hatîye ristin. Beşa giring a di çanda Peştonî de dîlan, stran û muzîka gelêrî ye. Herwiha, nivîsbêjîyê roleke mezin di dîroka peştonî de nelîstîye. Pelgenameyên dîrokî despêka nivîsbêjîya peştonî vedigerînin sedsala şanzdehan a piştî zayînê. Paşê du helbestvanên peştonî yên navdar derketin. Yek Xoşhal Xan Xetek e (1613-1689) û yê din Rehman Baba ye (1632-1706). Nivîsbêjîya peştonî di sedsala bîstan de bi helbestên Emîr Hemze Şînwarî (1907-1994) li cihanê navdar bû.
Ne hewcê şirvekirinê ne
Em karin bibêjin, haya jina Peştonî ya nexwende ji nivîsbêjîya efxanî tinebû. Em dixwazin li vir bibêjin, helbestên landayî ne hewceyê şîrovekirinê ne. Ji bo helbestên devkî ne, bi ritmeke taybet in û wateya wan reva ye. Dê xwende bi xwe vê rastiyê wergirin. Giringîya van helbestan a yekê, mijarên xwe bingeha dozên civakê ne. A duyan nêrîna kesên di vê civakê de herî zêde jankêşîyê dibînin. Ango di van helbestan de êş û jankêşî diaxive, ne dîrok, ne siyaset û ne rewşenbîr. Muzîka van helbestan jî ne weke muzîka helbestên klasîk û yên nûjenî ye. Herwiha muzîkeke hundirîn a stranan e, herî zêde muzîka dîlanê ye. Ger em bibêjin muzîk êş, jan û şahîyên mirovan diyar dike, dê ev helbestên landayî ev muzîk be; lê êş û jana di van helbestan de hawara jina peştonî ya asan e.
Bi xwîna xwe xemilandine
Gava mirov van helbestan dixwîne, nizane endîşeyên wî didin şopa peyvan, hevokan, an jî didin şopa bangewazîya perîşaneke trajedî ya jinê. Xwende bihest dibe jina Efxanî di rihê xwe de dike zarezar. Weke jina kurd bi dîlokên xwe yên li ser evîndar û şehîdên welêt distirê. Ev Helbest weke gatên muzîkê ne. Li gorî nêrîna Beho Mecrûh danerên wan ne nas in. Lê bê guman jinên gelêrî yên ne xwendî ne. Em meyze dikin, jina peştonî bi van helbestan xwe di ser sînorê êl û olê re diafirîne. Xuya dibe, zordarî bi çi rengî be, nikare dengê azadîyê ker bike. Ji alîyekî din ve, ev helbestên beredayî ne, ji çavdêrîya desthilatdarîya civaka nêrzayî derbas dibin. Jinan ev helbest bi xwîna xwe xemilandine. Beho Mecrûh dibêje, li ser kanîyan, li zevîyan, di ahengên bûkan de û di bazdanên gelêrî de jinên peştonî ev helbest distiran.
Rêçika dîrokê rast dikin
Landayên jinên peştonî cureyeke berxwedanê ye. Ev jina gundî û nexwende dixwaze rêçika dîrokê sererast bike. Bêguman ew nedikare dîrokê bi paş de vegerîne. Herwiha tiştekê ji dîrokê nizane. Heta têgeha civaka mêzayî û nêrzayî jî nizane. Ew helbest û stranên xwe li ser jankêşîya xwe ya rojane dihûne. Lewra em meyze dikin helbestên wê ji dilê wê derdikeve û bê astengî derbasî dilê guhdaran dibe.
Rastîya ku jina peştonî dizane, ew di mala bavê xwe de kole ye û di mala mêrê xwe de jî kole ye. Ew carîya mêrê xwe ye û nabe ji koletîya xwe gazinan bike. Ev li gorî ola îslamî qedera wê ye. Jina peştonî xwe dît û nedît, di civakeke êlî û yasageriya îslamî de dijî. Ev civaka bi tevahî li ser koletîya wê ava bûye. Bêguman ti pirsgirêkên wê bi sistema derbegî û yasagerîya îslamî re nîne. Lê ew bi kûrbînî aşkere dike, ev sistema xeynî sitema jinê tişteke din nahewîne.
Ji koka xwe hat hilkişandin
Jana jina peştonî li vir bi dawî nabe. Herwiha nijdevanên biyanî; çi leşkerên Sovyêtî û çi yên Amerîkî rewşa wê zêdetirîn dijwar kirin. Ew sirgûn û penaber bû; ango ji koka xwe hat hilkişandin. Di koletîya xwe de, di bin mêtingeriya nijdevan de, li sirgûn û peneberîyê ev jina peştonî ya nexwende bi helbestên xwe vê serdema me riswa dike. Ne bi diruşman, ne bi çekan, ne bi girî, a bi hawarên bûne hunereke gelek bedew, gelek hestdar û watedar.