
Li Efganistanê hewaya qirêj tenê pirsgirêkek hawirdorê nîne; ev krîz her roj bi destpêkirina sermayê re ji bo jinên ducanî û zarokan rewşeke xeter çêdike.
Li Efganistanê hewaya qirêj her sal, di demsala zivistanê de digihîje asteke bi xeter û bajarên mezin ên welat bi rewşeke “bêtendurist” û bi “xeter” re rûbirû dihêle. Ji ber dûmana ji madeyên şewateyê, egzozên wesayîtên kevin û fabrîkayên ku bê filtre dixebitin, li paytext Kabîlê tevahiya mehên zivistanê asîman reş û tarî ye. Li Herat, Mezar-i Şerîf, Celalabad û Qendeharê hewaya qirêj pir zêde ye.
Ên ku ji vê rewşê herî zêde zirarê dibînin, jin û zarok in. Li Efganistanê bi taybetî jinên li malan, saetên dirêj ên rojê di hundir de derbas dikin. Li van malan di sobeyan de bi giştî komir, êzing û şewateyên weke plastîk tên şewitandin. Ji ber vê yekê hewaya qirêj bûye yek ji faktorên herî bi xeter. Li gorî texmînên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, tenê qirêjiya hewaya nava malê li Efganistanê her sal dibe sedema mirina 27 hezar kesan û hejmara herî zêde jî jin û zarok in.
Bi taybetî zarokên ji 5 salî biçûktir ji vê yekê zirarê dibînin. Di hewaya qirêj de kezeba wan a ku hê baş çênebûye, zêdetir zirarê dibîne û bi enfeksiyonên qirik û bêhngirtinê, bêhntengî û zatureyê dikevin. Raporên UNICEF’ê nîşan didin ku di sermaya zivistanê de tenê di mehekê de li nexweşxaneyên Efganistanê, ji 160 hezarî zêdetir nexweşên qirik û bêhngirtinê hatine qeydkirin û ji sedî 60 van nexweşan zarokên ji 5 salî biçûktir in. Ev dane nîşan didin ku di demsala zivistanê de bi hezaran zarok, rasterast ji ber hewaya qirêj bi nexweşiyan dikevin.
Lêkolînên navneteweyî nîşan didin ku bi zarokên li Efganistanê re mirina ji ber enfeksiyonên qirik û bêhngirtinê mirine ji sedî 40 ji ber hewaya qirêj e. Ev jî nîşan dide ku ev zarok li malên ku komira bê qalîte hatiye şewitandin, ji dûmana wesayîtan, fabrîkayên bê filtre û ji xweliya înşaetê ya ku nayê kontrolkirin, mirine. Bi heman rengî jinên ducanî jî di bin xeterê de ne. Ji ber ku hewaya qirêj dikşînin, bi pirsgirêkên jiberçûna pitikan, zayîna zor re rûbirû dimînin. Her wiha pitikên nû jî ji ber hewayê bi nexweşiyên qirikê û bêhngirtinê dikevin. Pitikên ku li malên ji bo çêkirina xwarinê komir, êzing an jî plastîk tên bikaranîn diwelidin, zêdetir bi nexweşiyên bêhgirtinê dikevin. Ev hemû zirarê tenê nadin tenduristiya malbatan, pergala tenduristiyê ya ku jixwe bi derfetên kêm re têdikoşin jî di bin barekî giran de dihêle.
NÛJINHA/EFGANISTAN/BAHARAN LEHÎB















