- Deq yek ji hêmaya çandê ya kevnar e ku di nava jinên Kurd de ji mêj ve belav bûye. Dîroka neqişandina deqan diçe hezar sal berê. Sembolên li ser dest û rûyên jinan maneyên cuda radigihînin roja me ya îro.
Neqişîna deqan ya li ser rû û destan, xwedî dîrokeke kevnar a berî hezaran salan cihê xwe di nava çandê de girtiye. Di roja îro de ev çand derdikeve pêş. Berî niha zêdetir li nava jinan û taybet jinên bi temen dihatin neqişandin. Li ser rû, dest û heta bedenan jî deqên bi neqişên heyv, roj, stêr û gelek fîgûrên din dihatin kolandin. Her sembol û hêmana dihate neqişkirin jî xwedî wateyeke cuda bû.
Dîroka neqişîna deqan
Neqişandina deqan beşeke ya ji çanda jinên Kurdistanê ye. Li gorî hinek çavkaniyan li nava Kurdan dîroka neqişîna deqan digihêje 10 hezar sal berî niha. Ev çand ji dema şaristaniyê û kevneşopiyeke hevpar tê. Zêdetirî xwe taybetmendiyeke çandî ji bo jinên Kurd hatiye bexşandin.
Şêwazên neqişîna deqan
Li gorî herêmên Kurdistan şêwazên neqişandinên deqan heye. Bi amûreke tûj û dîsa derziyê li cihê ku dixwazî bi neqîşînî kar li ser dikî. Cihê tê kunkirin bi hibrê jî tê tijekirin û bi wî rengî neqiş derdikeve pêş.
Piranî jin deqan li ser rû û destên xwe dineqişînin. Xala herî esasî ya deqê jî ewe ku şîrê dayîkek xwedî zarok û taybet jî divê zaroka wê keç be, tê girtin û di deqneqişînê de tê bikaranîn. Li cihê ku dixwazin deq bê danîn, bi derziyekê tê kunkirin û şîr jî tê xistina nava jêr çerm û wisa dineqişîne. Ewilê cihê hatî derzîdan dibe birîn û piştî demekê şûnde ew birîn sax dibe û deqên reşeke tarî derdikeve pêş.
Hinek car jî bi şewitandina lastîkê ya li ser cihê deq lê bê çêkirin ku heta reng derkeve. Lê ev qonax ji çend beşan pêk tê. Sembolên mîna roj, heyv, stêr, hirç, mar, tawis li ser li ser rû û cihê dixwaze bê çêkirin tê neqişandin.
Armanca deqan çiye?
Piranî deq li ser rûyê jinan dîsa piranî li ser birû, mil, dest, tilî, gewrî, lêv, sîng û stû tên neqişandin. Bi neqişandina van sembol û fîgûran hem çanda netewî, bawerî û dîsa vegotina çîrok û bûyerên jiyayî nîşan dide. Heman demê yek ji taybetmendiya wê di nava civakê de xwe parastina ji çavan jî tê bikaranîn. Dîsa ji bo tenduristî û bextekî baş û bedewiyê jî tê bikaranîn.
Remz û sembolên dîrokî yên neqişandina deqan
Di dema kevin de neqişandina deqan bûne remz, sembol û çanda jinên Kurd ku weke çandeke kevnar ya xwe parastine. Piranî di dîrokê de neqişîna deqan zêdetir di nava jinên Kurd de pêş ketiye. Bi taybetî li ser rûxsarên jinên temenê wan jorî 60 salî tê dîtin. Niha di nava jinên ciwan de weke semboleke çandê ya ji dapîrên wan mayî dinêrin û girîngî pêdidin. Di nava karê hunerî yên jin de neqişîna deq girîng tê dîtin.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN