Ji çavên Bihar Moslehî ‘Jin û kolan’

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 14 Adar 2025 - 16:20

  • Saziya KASEDê bi tevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşengehek li dar xist. Di pêşangehê de wêneyên ku Bihar Moslehê xêz kirine hatin pêşandan. 

Pêşengeha bi navê “Jin û kolan” a Moslehiyê heta dawiya Adarê ewê li eywana Sumerparka Amedê vekirî be.

Ji rêvebriya KASEDê Neşe Toprak got; “Jixwe tê zanîn ku têkoşînekê di şexsê Mahsa Emînî de û bi gelemperî naverok, xêz û xebata Bihar Moslehê jî di çerçoveya jinên rojhilatî de bû. Li ser vê yekê me xwest li Amedê jî wêne û hunera xwe bi jinan re parve bike.”

Wênesaz Bihar Moslehiyê jî ev tişt anî ziman: “Min jî wek hunermendeke jin hewlda ku di wêneyên xwe de behsa jinan bikim, behsa kolanan bikim. Her wiha ez bi xêzên xwe qaliban klîşeyan deforme dikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.