Keskesoreke gilover ya ku kêm car tê dîtin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 29 Kanûn 2022 - 07:42

Wênegirê Skoçî Nick Sidle ji girtina wêneyên ji hewayê ve pirr hez dike. Di van demên dawiyê de bi drona xwe ji balafiran wêneyan digire. Wî herî dawî wêneyekî ku kêm car tê girtin di kadraja xwe de bi cih kiriye û ev wêneyê keskesorê yê ku weke giloverekê tê xuyanê girtiye.

Me gelek caran wêneyê keskesorê yên weke nîv xelek dîtine lê Nick Sidle wêneyê keskesorê weke xelekeke temam ango gilover girtiye. Nick Sidle, “Ji min re her tim digotin keskesor xelekeke gilover e, ne xelekeke nîvco ya ne temambûyî ye. Ji lewma min jî ji jor ve bi riya balafirê ev wêne girt. Bi vî awayî hêla keskesorê ya ku nedihat dîtin jî keta ber kadraja min û keskesoreke gilover derket holê. Ji bo min jî tiştekî nû bû, cara yekem bû ku ez wêneyekî keskesorê yê bi vî awayî digirim.”

Ji bo vî wêneyê xwe temam bike Nick Sidle 22 wêneyan anî gel hev û bi saya dronê tiştekî wiha pêk anî. Nexwe dê ji erdê nikaribûya wêneyekî bi vî rengî bigire.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.