Ken Loach behsa Kurdan dike 

Yeko ARDIL nivîsand —

Şemî 7 Mijdar 2020 - 02:06

Ken Loach di nav sînemaya cîhanê de navekî girîng e. Wekî derhêner gelek berhem afirandine û di qada navneteweyî de bûye xwediyê xelatên hêja.  
Loach hemwelatiyê Ingilistanê ye, lê pirraniya berhemên wî li dijî pergala kapîtalîst in. Ew hunermendekî dijber û alîgirê bindestan e. Aliyê wî yê herî darîçav jî ew e ku ew helwesta xwe venaşêre. Bi awayekî eşkere li her der û cihî nêrînên xwe yên muxalif dibêje. Di berhemên xwe de jî di nav neqişandineke hunerî de peyamên xwe belav dike. 

Destana wî ya balkêş û gelek li bejn û bala Kurdistanê jî tê, filma wî ya bi navê Bayê Azadiyê ye. Ev film sala 2006´an hatiye çêkirin û li Cannesê xelata Palmiya Zêrîn wergirtiye. Film behsa serpêhatiya gelê Îrlandî ya salên 1920´an dike. Pergala kolonyalîst a Inglizan xwedî taybetmendiyên cihêreng û xweser e. Dîsa jî, ji pirr aliyan ve dagirker dişibin hevdu. Yek ji xisletên Inglîzan jî ew e ku li ser ti koloniyên xwe nav, ziman û çanda xwe ferz nekirine. Navên wan welatan qedexe nekirine, ziman û çanda wan ji holê ranekirine. Heta gelek ji wan welatan weke dewlet qebûl kirine. Pergala ku jê re digotin‚ ´Roj Li Ser Naçe Ava´ wisa mora xwe li dîroka kolonyalîzmê xist. Inglîzan ji bo Hindiyan negot, ´Ew der ne Hindistan e´, wan negot, ´ziman, çand û gelekî wisa nîne.´ Lê digotin, ´Hindistan aîdê Brîtanyayê ye û divê serdestiya aborî û leşkerî ya Brîtanî nas bike.´ 

Li Îrlandayê jî li gel cudahiyan kêm zêde heman pergal li dar e. Li gel ku Brîtanya wê derê weke welat û bi rêya çîneke hevkar weke dewlet jî nas dike, Îrlandî ji bo serxwebûn û azadiyeke bi rûmet têdikoşin. Bi rêyên cûr bi cûr serî radikin. Ingilîz bi her cûre hovîtiyê bi ser wan de diçin. Nahêlin gel nefesê bistîne. Filma derhêner Loach mîna straneke serhildanê behsa wan rojan dike. Di filmê de gelê bindest, ciwanên serhildêr, hevkarên dijminan, wisa jî birakujî û evîneke dilsoj heye. Xortê bi navê Demien ku li derve xwendiye û weke bijîjk vegeriyaye welatî, li welatê xwe xebata amadekirina serhildanekê dibîne. Li gel dilê wî bi wan ve ye û ew jî welathezekî Îrlandî ye, dîsa jî dixwaze vegere ser karê xwe û jiyaneke cihêreng bijî. Mixabin rê û dirb lê girtî ne, mîna ku destekî nehênî wî daf bide nav şerê man û nemanê, wisa bi ku ve diçe dîmenên dijwar tên ber wî.  

Roja xatirxwestinê dibe şahidê serdegirtina leşkerên dijmin. Êşkenceyên hovane li gundiyan dikin û xortê Îrlandî yê bi Inglîzî nizane yan jî naxwaze bi zimanê dijminê xwe biaxive, dikujin. Bijîjk dîsa jî dide ser rêya xwe û xwe digihîne rawestgeha trênê, lê vê carê jî li wê derê heman dîmen li dar e.  
Trêna ku xort dixwaze lê siwar be û berê xwe bide oxirê, vediguhere êşkencexaneyê. Li ser bûyera dawî, ew vedigere û tevli nav refên şoreşgeran dibe. Di demeke kin de dibe yek ji rêberên çekdaran û herêmê li dijiminan dikin hêtûn. Ingilîz nema dizanin çi bikin û çawa xwe biparêzin. Weke li gelek welatan, li wir jî çîna hevkar û noker bi hewara wan ve diçe. Li hemberî şoreşgeran alîkariya dijminan dikin. Hin ji wan hinde bi xayîntiya xwe bawer in, di dema tên kuştin jî li dijî şoreşê dirûşman diqîrin. 

Bijîjk ne tenê ji bo qewitandina dijminan şerî dike, ew bi pergalake dadwerî û wekhevî jî bawer e. Ew û beşek hevalên wî naxwazin Îrlanda ya rizgarbûyî bikeve destê hevkaran û vê carê jî serdestiyeke hundirîn li ser bindestan pêk were. Ji bo wê jî têkoşîna xwe ya bîrdozî û sîyasî jî xurt dikin. Lê Ingilîzên ku dibînin mesele giran e, bi serhildêran re li hev dikin. Agirbest û peymanê girê didin. Çekdarên ku heta beriya bi rojekê asî bûn û tenê mafê wan yê dardekirinê hebû, li ser kursiya rêveberiyê bi cih dibin. Bijîşk û hevalên wî li şerê xwe dewam dikin. Ingilîzan çekên xwe danîne. Vê carê berê Îrlandiyan li hev e. Birayê bijîjkî jî bûye fermandarekî pergalê. Di encamê de bijîjk tê girtin û bi destê birayê xwe li ser navê hikûmeta Îrlanda ya bi Ingilistanê ve girêdayî, tê îdamkirin. Li dû xwe jineke ciwan a evîndar û dilsoj, wisa jî gelekî birîndar dihêle.  

Heyf û xebînet e ku gava min li vê filmê temaşe kir, mîna ku ez li Kurd û Kurdistanê binihêrim.  

Niha li Başûr du xortên Kurd yên şoreşger li benda îdamê ne. Sûcê wan jî cezakirina sîxurekî Tirk e.  

Niha li gelek deveran pêşmergeyên Kurd bi fermana dewleta Tirk li hemberê şoreşgeran di kemînê de ne. 

Niha hikûmeta ku navê Kurdî li xwe kiriye, bi dewleta Tirk re di nav bazara firotina xwîna Kurdan de ye… 

Lê divê ji bîr nebe ku Îrlanda û Kurdistan ne heman welat in. Divê ji bîr nebe ku Tirk û Ingilîz jî ne heman dagirker in. Di encamê de wê pereyên ji xwîna xwişk û birayên we di destê we de hebin, lê bi qasî Îrlandayê mafê Kurdan ti carî çênebin. 

Eger hûn jî li vê filmê temaşe bikin, misoger hûn ê xwe jî di nav de bibînin. Belkî wekî welatparêz, belkî wekî noker, belkî wekî şoreşger yan jî wekî temaşevan. 

Lê bi rastî jî derhêner Loach behsa me jî dike.  

Guh bidin strana wî ya destanî, belkî Bayê Azadiyê hinekî wijdana we jî nerm bike… 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.