Çend kelamine piçûçik

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 31 Gulan 2021 - 01:17

Prirî caran di rojên dilgivêş, şilî û şepeliyê de mirov ber bi kitekitên jiyanê ve datê. Esas ev yek tenêtî, bi xwe ye. Ev tenêtî jî dibe minasebeta peydakirina wateyê. Jixwe tê gotin, wexta aşiq û maşûq li cem hev bin, ne mimkun e ku mirov behsa wateyê bike. Ji lew, wateya mutleq, bi tenêtiyeke mutleq pêkan e. Ev tenêtiya mutleq carinan ji bo helbestê, ji bo helbestkar xem e, hizn e. Bi vê xwe digihîne wateyê û heqîqetê. Ji ber wê, ji bo wî/wê mirov xem e û xem hêleke girîng a jiyanê ye. Tê de bedewî û şadiyeke veşartî heye. Vê yekê piştguh nake, da xwe bigihîne vê tişta veşartî.

Nemaze, di vê heyama har de ku xerîdarî û “hilberîneriya” xwe li civakan ferz dike, war veguherandine hêwirgehên biyanîbûnê, pêwendiya mirov bi mirov re qut kiriye, mirov neban kirine û dijminahiya helbestkar dike, helbest zêde zêde şewka xwe davêje xemê. Lê ne xem û hizneke ku mirov ji binî de sist bike. Bereksê wê, xemeke ku nahêle ruh biqijile. Xemeke ku hema dinihiçîne. Qeyd û kelemçeyan difelişîne, bi ruhekî estetîkî. Bi vî awayî mirov, bi jiyana di neqeba tirs û hêviyê de asê maye dihesîne. Derî li hêviyê vedike. Xwesteka ji bo jiyanê xurt dike, hêzê li hêza dilî bar dike, cîhanê bi wate dike û îşaret bi tişta nehatiye gotin dike.  

ez elîfbêtka xwe vedikim,
û dest pê dikim – bi navê te, li ber çirkeçirka katjimêrê;
ev kelam wilo li devê min tê - ev çîroka xubarî!
navê te, li devê zemên nayê.
lew ez im ew birîna jibîrkirî, ku te dev kiriye devê wê!*

***
Helbest û xerabî tim û tim pev diçin. Li cihekî heger xerabî, derew û şaşiyên ku jiyanê dirizînin zêde bûbin, helbest konê xwe radike. Mala xwe bar dike. Na, na… ne barkirinek ku jiyan û hêviyê berba dike. Xwe li daxmeyên (qûle) bêdengiyê datîne. Li wan daxmeyan ku jiyan bi awayekî bêperwa lê hatiye dizîn. Li wan daxmeyên ku bazirganên bitrî û gewî ew stewr kirine, datîne. Û dibe muhaseleya hemû çêj, reng û bêhnên hêvîqewî. Dibe destgirê jiyan û hêviyê.

Bi vê xwe li peravên heqîqî yê xemê dixe. Hebûniyê dide der. Bi çiyayên bilind radipelike. Hewl dide li ezmanan bibe hevrêyê keskesorê û berê jiyanê ber bi aramiya li zikê dê ve li ba bike. Û geh bibe nolî hozanekî û heqîqetê li dengan bar bike.  Û ber bi ruhê di qirqal û cankêşiyê de rê bike:

firêqet be ey dil
zanim cihê min li ku ye
bi ku dera destê jiyanê bigirim
û biparêzim wê ji xêrnexwazan.**

“Elîfbêtk” a yeqîn h. û “Xana Xemê” ya Berken Bereh, îşaret pê dikin ku di bedbextî û dilneşadiyê de jî kêlikên xweşik û şadiyî hene. Her yek ji wan li daxmeyeke bêdengiyê bi hêleke xemê girtiye û ber bi hêleke jiyanê ve şandine. Yek di terhê mektûbateke edebî û weqîyanemeyekê de berê xameyê daye gelek deveran û yek jî di rêveçûyîna jiyanê de nolî dewrêşekî ku dibêje “ez, şairê bi her têkçûnê hibra pênûsa xwe tîrtir kirî” hizn û xemê wêdetir birine. Veguherandine keskesorê da “zarokên di dest de qevdek nesrîn, bên li ser zimanê wan heyranokên evîniyê…”

* Elîfbêtk, xweha katjimêrê, yeqîn h., Weşanxaneya Belkî
** Xana Xemê, çîlexane, Berken Bereh, Weşanxaneya Lîs

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.