Kampa Govendên Kurdistanê ku 20'ê Kanûnê li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê destpê kir, di 29'ê Kanûnê de bi coş bi dawî bû.
Kampa ku bi beşdariya 122 şagirt û 24 mamosteyên ji bajarên cuda yên Ewropayê destpê kir, bi armanc û biryardariya ciwanan a ji bo xwedîderketin û pêşvebirina çanda Kurd bi dawî bû.
Ciwanên ku îsal ji Hollanda, Elmanya, Swîsre, Fransa û Awûstûryayê tevlî kampê bûn hînî lîstikên govendê yên herêmên Îdir, Qerejdax, Gimgim, Colemêrg, Riha, Amed, Botan û Qoçgirî yên Kurdistanê bûn.
Ciwanan her roj saet di 06:30'î de dest bi perwerdeyê kirin û heta saet 22:00 bernameyeke têr û tijî ya perwerdeyê derbas kirin. Li gel perwerdeya govendê her wiha li ser cil û berg û rîtmê jî ders wergirtin. Ciwan bi motîvasyoneke bilind û bi kêfxweşî tevlî perwedeyê bûn.
Li gel bernameya perwerdeyê danê êvarê jî li ser mijarên exlaq û çandê semîner hatin lidarxistin. Di roja dawî ya kampê de jî şeva moralê hate lidarxistin. Ciwanan di şevê de şano, hunera xwe ya muzîkê û govendê pêşkêş kirin. Endamên Koma Amed jî bi rengekî surprîz tevlî bûn û stranên xwe gotin.
Di dawiya şeva moralê de jî ciwanên ku li kampê kedeke mezin dan, bawernameya xwe ya derçûnê wergirtin. Ciwanên ku kamp bi serketî qedandin, bi têgihiştin û baweriya parastina çanda Kurd û bi coş li qadên xwe belav bûn.
ANF/BIELEFELD