Kahtali Miçê wefat kir

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 17 Sibat 2025 - 00:32

Stranbêj Mustafa Kahtali ku bi navê Kahtali Miçê tê zanîn li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.

Stranbêj Mustafa Kahtali (74) ku bi navê Kahtali Miçê dihat zanîn li Antalyayê li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kahtali Miçê teşhîsa penceşêra rûviya zirav hatibû kirin û ev nêzî salek bû li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê dihat tedawîkirin. 

Cenazeyê Mûstafa Kahtali bi balafirê birin Semsûrê. Li Navenda Çandê ya Kahtali Miçê ya li navçeya Kolikê merasîma cenazeyê hate lidarxistin û piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Çagri ya Kolikê li Goristana Karşiyaka ya Kolikê hate veşartin.

Mûstafa Kahtali di sala 1980î de ji ber strana bi Kurdî gotibû, salekê di girtîgehê de mabû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.