Ka delîlên polês!

Nûçeyên Dîaspora

În 3 Hezîran 2022 - 05:32

Delegasyona Aştiyê ya Defend Kurdistan a ji bajarê Elmanyayê Hamburgê, ji ber ku polêsên Elman nehiştin ew biçin Başûrê Kurdistanê, miracaetî Dadgeha Îdarî kirin.

Delegasyona Aştiyê Defend Kurdistan di Hezîrana 2021’ê de ji bo bidawîkirina hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û xurtkirina diyaloga di navbera Kurdan de û ji bo ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji raya giştî re eşkere bike, xwestibû biçe Başûrê Kurdistanê. Lê belê li balafirgeha Dusseldorfê û hin heyet jî li balafirgeha Hewlêrê hatin astengkirin. Yek ji endamên heyeta ku li Elmanyayê hat astengkirin, Theda Ohling e. Wê bi rêya parêzera xwe Ronja H. derbarê qedexeyê de agahî ji rayedarên Elman xwest. Endamên heyeta Defend Kurdistanê Theda Ohling, ji ber ku polêsên Elman agahiyên têr li ser delîlan nedane, bi rêya parêzerên xwe Ronja H. miracaetî Dadgeha Îdarî ya Kolnê kiriye.

Endamên delegasyona Aşitiyê ya Defend Kurdistanê Theda Ohling, Roja H û Dr. Machthild Exo ya ku çûbû Hewlêrê û parêzera wan Cornelia Ganten-Lange li ser mijarê li Curio-Haus a Hamburgê daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Hincetên xwe wan çêkirin

Parêzer Cornelia Ganten-Lange destpêkê axivî û got, wan ji ber astengkirina azadiya ger û geştê, doz li polêsan vekiriye. Ganten-Lange got, “Di Hezîrana par de komek mirov ji 14 welatên Ewrûpayê diçûn Başûrê Kurdistanê. Lêbelê, rêwîtî li balafirgeha Dusseldofê hate astengkirin. Wek hincet xalên 14 û 20’an ên Qanûna Pasaportê hatin nîşandan. Li gorî vê qanûnê, mafê astengkirinê heye, lê heger ewlehiya hundir û derve ya Elmanyayê bikeve tehlûkeyê, ev azadî dikare bê astengkirin. Heger berjewendiyên Elmanyayê bikevin xeterê jî ev azadî dikare bê astengkirin. Li gorî biryarên berê yên Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê, astengkirineke bi vî rengî divê xwe bisipêre delîlên berbiçav.

 

PDK'ê xwe da astengkirin

Di îdîaya polêsan de behsa tevlîbûna nav refên gerîla tê kirin. Ew îdîayeke pûç e û ti  delîla wê ya berbiçav nîne. Ji bo her kesî heman îdîa heye. Ev îdîa ji raya giştî re hat eşkerekirin. Ti bingehê qanûnî yê vê yekê nîne."

Endama heyetê, Zanyara Siyasî Dr. Machthild Exo ya ku çûbû Hewlêrê got, “Kesên ku wê deme hatibûn ji 14 welatan hatin. Armanc tevlîbûna 150 kesan bû. Lê nîvê wê hat astengkirin. Rêxistinên sivîl û Kurd ji ber çûyîna me kêfxweş bûn. Em çûn ji bo ku êrişên dewleta Tirk ji raya giştî re ragihînin û pêşî li nakokiyên di navbera Kurdan de bigirin. Heyeta me bi partiyên siyasî, parlamenter, saziyên sivîl, jin û derdorên ekolojiyê re hevdîtin kirin. Civaka Kurd silav li me kir. Lê PDK'ê ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj em asteng kirin. Civîna me ya çapemeniyê ya li Hewlêrê hat astengkirin. Di 11’ê Hezîranê de 56 kes li balafirgehê hatibûn destgîrkirin. Tevî vê yekê jî 70 kes derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Li Başûrê Kurdistanê 20 baregehên leşkerî yên Tirkiyê hene. Ez par çûm, lê îro li wir berpirsiyariya aştiyê heye. Hê jî êrîşên hewayî hene. Tirkiye hê jî gefan li Rojava û Başûr dixwe. Ev êrîş hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Bazar li ser xwîna Kurdan tê kirin. Azadiya rêwîtiyê ji bo berjewendiyên qirêj asteng kir. Divê Erdogan li gorî hiqûqa navneteweyî bê dadgehkirin û cezakirin.”

ANF/HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.