Jîrbûna jinên Hewremanê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 21 Cotmeh 2023 - 00:47

Hewremana li Rojhilat û Hewramana li Başûrê Kurdistanê xwedî çand û zaravayên xwe yên cuda ne, ku wan ji herêmên din cuda dike. Her wiha jinên Hewremanê hertim di hemû warên jiyanê yên herêmê de xwedî cihekî girîng in.

Mahoş Drusdar nivîskar û helbestvanek ji Rojhilatê Kurdistanê ye diyar kir ku kêmbûna bandora jinan a li Hewremanê di warê wêjeyî û hunerî de bi rewşa siyasî, olî û civakî ve girêdayî ye ku di van salên dawî de li herêmê serdest bû û got: “Sedem ne lewazbûna jinan e. Rewşa siyasî, olî û civakî ya herêmê nehiştiye ku jin hestên xwe bi rêk û pêk, bînin ziman. Ev çend sal in jin dikarin hestên xwe wek jin di wêjeya Hewremanê de binivîsin, bi xêr û xweşî niha jin hestên xwe yên jintiyê di wêje û helbestê de tînin ziman. Ev jî cihê keyfxweşiyê ye ku bi vê yekê pêş de diçin.”

Seroka Zanîngeha Helebce Mihabad Kamîl jî axivî û got;“Jinên Hewremanê çi di warê çandî de be çi di warê pişesazî de be xwedî rol in. Wek nimûne, Mestûre Xanim yek ji wan jinan bû ku bi rêya helbestan bi şêweyek wêjeyî hest û fikrên xwe dianî ziman. Herêmên Helebce û Hewreman helbestvan, wêjevan û rewşenbîr in, çi jin û çi mêr. Wek Nalî, Mistefa Zelmî, Seyîd û Besaranî. Îro jinên din derketine pêş û çalak in, ev jî îspata wê yekê ye ku jin di warê wêjeyî û zanistî de ji vê pêvajoyê dernakevin.” Mihabad Kamîl herî dawî destnîşan kir ku lêkolînên li ser zaravayê Hewramî ji aliyê jinan ve li zanîngehan hatiye kirin ku ev yek nîşan dide ku jin di hemû waran de xwedî roleke mezin e, bi dest û tiliyên xwe kariye xwe îspat bike.

ROJNEWS/HERÊM QADIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.