Jinên ciwan guftûgo dikin 

Nûçeyên Jin

Şemî 30 Çile 2021 - 06:10

Li Silêmaniyê 3. Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşmeya, ‘Birêxistinbûna jinên ciwan azadiyê bi dest tînin’ bi tevlîbûna 100 delegeyan dest pê kir. Jinên ciwan ên Şengal, Mexmûr û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî bûn.

Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Kanî Çiya ve hate kirin. Kanî Çiya got; “Sêyemîn konferansa jinên ciwan ên têkoşer li Rêber Apo, tevahiya malbatên şehîdên rizgariya Kurdistanê, jinên Kurd û cîhanê pîroz be. Em vê konferansê pêşkêşî ruhê şehîd Viyan Soran dikin. Sîstema sermeyedarî bi şerê aborî, medya, derûnî û fikrî hewl dide, îradeya me bişkîne. Em jinên ciwan ên têkoşer di serî de şerê vê sîstemê dikin. Piştre jî di nava civakê de bi rêxistinkirina jinan û îradebûnê têdikoşîn.”

Piştre peyamên jinên ciwan ên Mexmûr, Şengal û Rojhilatê Kurdistanê hatin xwendin. Piştre rapora du salan a kar û xebatê ya Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer hate xwendin. Herwiha perspektîfên Rêber Ocalan ên der barê têkoşîna jinan de hatin pêşkêşkirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.