ARMANC HEREKOL / ANF / MEXMÛR
Hunermendên piçûk ên “Koma Jînim Jiyanim” a Stêra Zêrîn ya Mexmûrê, bi huner û stranên xwe li wargehê balê dikişîne ser xwe.
Koma li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji 10 kesan pêk tê û ev qederê sê salan e, endamên wê li Navenda Stêra Zêrîn a Mexmûrê perwerde dibim.
Bi dehan caran di pîrozbahî û şahiyan de çûne ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirine. Gelek caran, ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û moralê bidin gel, di çalakiya nobetê ya ji 20’ê Tîrmehê ve stranan dibêjin.
Tenê yek armanca vê komê heye, ew jî xwedî li çand û hunerê Kurdî derkeve û fêdeyekê bide civaka xwe.
Komînalbûn û bi hev re meşandina xebatan, timî bala gel kişandiye û bûye sedem ku zarok û ciwanên wargehê zêdetir berê xwe bidin Navenda Stêra Zêrîn.
Xelkê wargehê jî pirr ji komê hez dike û êdî her kes wan nas dike û piştgiriyê wan dike.
Endamê Koma Jînim Jiyanim Yasîn Apaydin, dibêje dema ew stranan dibêjin, kêfxweş dibin: “Em bi kêfxweşî stranan dibêjin û gel kêfxweş dikin. Em dixwazin Rêberê me bi fizîkî bê azadkirin. Stranan ku em dibêjin, em diyarî Rêber Apo û gerîlayên serê çiya dikin.”
Viyan Yîgît jî got, “Em li vir xwe fêrî hunerê Kurdî dikin."
Dezdar Utun jî got, “Em stranên li ser Rêber Apo, şehîd, gerîla û Kurdistanê dibêjin. Nalîn Apaydin jî got, “Wateya anvê koma me pirr xweş e, hem jîn e û hem jîyan e. Em wek kom bi stranên xwe gel kêfxweş dikin. Li cihê çalakiyan em stran û hunerê xwe pêşkêş dikin. Em bi stranên xwe êrişên li dijî Kurdan şermezar dikin û em bang li tevahiyê ciwanan dikin da ku xwedî li çand û hunerê Kurdî derkevin.”