- Fatme Bilal: Şanoyên muzîkê Memê Alan li Efrînê û Derweşê Evdî li Kantona Şehbayê hatin pêşkêşkirin. Ez bi xwe jî cihê xwe di şanoya muzîkê de digirim. Rola jinê şanoyê bi wate dike, ji bo wê em ê xebatên xwe yên hunerî zêdetir pêş bixînin.
LÎLAV ELÎ
JINNEWS/ŞEHBA
Endam û Rêveberên Tevgera Çand û Huner a Herêma Efrînê, derbarê pêşketina warê huner û dewlendiya hebûna jinê di huner de, gotin, "Şano yek ji meydanên huner e ku êş û zehmetiyên civakê li ser dikê pêşkêş dike, lê ya ku şanoyê dewlend dike, zimanê jinê ye."
Bi rêya şano û şanogerên ku rola xwe li ser dikê li pêşiya civakê dileyizin êş, bûyer, destan, çîrok û zehmetiyên civakê tên pêşkêşkirin. Şano yek ji qadên hunerê ye û bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gavên berbiçav li vê meydanê hatine avêtin. Têkildarî xebatên şanoyê, endam û rêveberên Tevgera Çand û Huner a Herêma Efrînê, nihêrînên xwe bi me re parve kirin.
Her şano çîrokek e
Ji Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê, şanoger Rûmet Beko dibêje, huner parçeyek ji rih û hestên mirov e û wiha dipeyive: "Ger mirov huner bi rê ve bibe, divê girêdaneke wê/wî bi huner re hebe ji ber ku huner parçeyek e ji rih û hestên mirov. Ji bo mirov huner bi şêweyekî rast bi rê ve bibe divê aliyên wê hemûyan têr bike. Di huner de gelek qad hene yek ji wan qadan jî qada şanoyê ye. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re meydana şanoyê yek ji wan meydanên hunerî bû ku di astên bilind de bi pêş diket û karîbû bibe deng û zimanê civakê. Her tişta ku bi ziman û tevgera jinê be, helbet ew xebat dewlemend dibe û digihîje armanca xwe. Di Şoreşa Rojava de ji ber ku şano bi pêş ket gelek jinan di nava beşa şanoyê de cihê xwe girt. Bi hebûna jinê ya di qada şanoyê de şano dewlemend bû. Her wiha piştî koçkirina me ya ji Efrînê û bicihbûna me ya li Kantona Şehbayê ji bo derxistina êş û zoriya ku gel di penaberiyê de dijî hewcedariya me bi şanoyê hebû. Pêşkêşkirina her şanoyekê pêşkêşkirina çîrokekê ye."
Bi jinê şanoya muzîkê bêhtir bi bandor e
Rûmet dibêje, di bingeha her şanoyê de Efrîn û êşa civakê peyda dibe: "Di nava şertên koçberiyê de em weke şanogerên Efrînê da ku carek din qada şano li ser piyan bihêlin, bi hebûna 7 şanogeran û di konê penaberan de me şanoyeke bi navê "Gunehê Hespî" pêşkêşî zarokan kir. Rast e, şano ji bo zarokan bû lê naverok Efrîn û êşa civakê bû.
Endama Tevgera Çand û Huner a Herêma Efrînê, Fatme Bilal jî balê dibe ser şanoyê û wiha dipeyive, "Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji ber serweriya Rejima Baesê ya li ser gelên Sûriyeyê û bajarê Efrînê xebatên huner bi sînor dibûn. Hingê Rejîma Baesê li pêşiya şanoyên ji bo gel kelem e. Bi çirûska Şoreşa Rojava re xebatên huner bi pêş ketin. Beşa şanoya mûzîkî jî heye. Şanoya muzîkî bi zimanê wêjeyî ku ji stran, helbest û govendê pêk tê û cudahiya xwe ji şanoyên din nîşan dide. Şanoya muzîkê bi zimanê jinê zêdetir bi bandor e."
Şanoya muzîkê li Şehba û Efrînê
Fatme herî dawî dibêje, bi rola jinê şano bi wate dibe: "Şanoya muzîkê bi şêweyeke wêjeyî tê pêşkêşkirin, ji bo wê zêdetir nêzî civakê ye. Li Efrînê cara yekem du şanoyên muzîkê ji destanên kevnar hatibû pêşkêşkirin. Yek li ser Memê Alan li Efrînê hatibû pêşkêşkirin û ya din jî li ser Derweşê Evdî li Kantona Şehbayê hat pêşkêşkirin. Ez bi xwe jî cihê xwe di şanoya muzîkê de digirim û min rola xwe di Mihrîcana Mîtan a Sibata 2020'an de hatibû lidarxistin girtibû. Rola jinê şanoyê bi wate dike, ji bo wê em ê xebatên xwe yên hunerî zêdetir pêş bixînin."