Ji tenêtiyê re distrê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 7 Mijdar 2021 - 23:45

  • Li gundê Gomika yê Herêma Xisor a Semsûrê, Dayika Xafê ya 85 salî bi navê xwe yê din Hanîfe Yorûmaz, bi kilambêjî û zêmarbêjiya xwe tê naskirin.

FERHAT ÇELÎK/MUJDAT CAN / MA/SEMSÛR

Li gundê Gomika yê Herêma Xisor a Semsûrê, Dayika Xafê ya 85 salî bi navê xwe yê din Hanîfe Yorûmaz, bi kilambêjî û zêmarbêjiya xwe tê naskirin. Dayika Xafê li ser tiştên hatine serê wê û dîtine, û tiştên rojane zêmaran dibêje. 

Dayika Xafê di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin, 7 zarokên wê hene. Zarokên wê li gund in, lê dîsa jî bi tena serê xwe dimîne. Dayika Xafê debara xwe bi tiştên destkariyê dike. Gava zarok bûye, kilamên di teyban de tesîr lê kirine. Wê bi xwe jî hin tişt li van kilaman zêde kirine û ew gotine. 

Dayika Xafê hê zarok bûye, hatiye zewicandin. Ew dibêje, “Em 5 kes bûn. Dê û bavên min, ez û 2 xwişkên min. Em tenê ev bûn, wekî din ti kesê me tine bû. Bavê min jî gava 7 salî bûye dê û bavên wî mirine. Bavê min xizan bû, em jî di nav vê xizaniyê de mezin bûn. Bavê min, ez dam kesekî wekî xwe êtim. 7 zarok ji min re çêbûn. Min bi tahb û rebenî ew mezin kirin.” 
 
Êdî kes kesî nas nake

Dayika Xafê ne tenê li zarokên xwe, li yên bavê xwe jî miqate bûye û ew mezin kirine: „Bavê min ji bo kur jê re çêbin, bi keçeke 14 salî re zewicî. Keçeke wekî xezalan bû. Kurek bavê min jê çêbû. Wê paşê her du zarok hiştin û çû mala bavê xwe. Ez jî mecbûr mam hem li zarokên bavê xwe hem jî li yên xwe mêze bikim. Min her du bi hev re şîr didan. Min ew pirr baş mezin kir. Mezin bû, bû bijîşk.” 

Dayika Xafê xweziya xwe bi hin tiştên berê jî tîne: “Wê çaxê piştevanî hebû. Her kesî alîkariya hev dikir. Lê niha li gund li ber deriyê her kesî wesayît hene û kes kesî nas nake.” 
 
Niha tenê ji xwe re dibêjim

Dayika Xafê berê gava kesek bimirana, li ser gora wan, bi kilam û zêmaran behsa wan dikir. Ew niha nikare here deveran:

“Kilamên ku min ji zarokatiya xwe ve li wan guhdarî kirine, bi hemûyan dizanim. Ez jî tiştina li wan zêde dikim. Berê min li şînan, li ser goristanan li gor nexweşîn û çîroka kesan, tişt li hev dianîn û digotin. Lê niha nikarim biçim cihekî jî. Di odeyeka xwe de bi tena serê xwe me û ji xwe re dibêjim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.