Ji ser Rêbertiyê bazarî heye

Çarşem 17 Tîrmeh 2024 - 03:15

  • Besê Hozat: Dibêjin ger Ocalan hin tawîzan bide, em ê destûra hevdîtinê bidin. Rewşa Rêbertiya me dikine mijara hin bazariyan. Ev polîtîkayeke heta dawî kirêt, ketî û ti sînorên exlaqî û hiqûqî nas nake ye. 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê tecrîda Îmraliyê de, bersiv da pirsên Medya Haberê.

Besê Hozat di destpêka axaftina xwe de behsa bazariyên qirêj ên li ser Rêber Abdullah Ocalan tên kirin kir û wiha got:’’26 sal in Rêbertiya me di bin sîstema qirkirinê de, berxwedaneke mezin dimeşîne. Li dora vê berxwedanê berxwedaneke bêhempa ya gel, gerîla û zindanan heye. Dewleta Tirk polîtîkaya rehînegirtinê dimeşîne. Di rojên dawî de hin agahî digihên destê me. Em dixwazin vê bi rayagiştî re parve bikin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên saxlêm tên, ji derdora Erdogan hin kes dibêjin, ‘Ger ji bo me van tiştan bikin, ew ê destpêkê bi birayê wî re, piştre jî bi parêzerên wî re, hevdîtinê bidin kirin. Lê ji bo ev yek pêk were, divê ji bo me filan bêvan tiştan bike. Ango divê hin tawîzan bide me.’’ Em kesên ku van agahiyan bi vî rengî radigîhînin ji nêz nas dikin. Me bi salan got, ji ser Rêbertiya me polîtîkayeke wiha a şantajê û bazariyê tê meşandin. Ev mînak îspata vê yekê ye. Rewşa Rêbertiya me dikine mijara bazarê. Ev polîtîkayeke heta dawî ketî, qirêj, kirêt û ti sînorên exlaqî û hiqûqî nas nake ye. 

Em nahêlin bibe mijara bazariyê

Besê Hozat di dewama nirxandina xwe de da zanîn ku ew van polîtîkayan bi tundî red dikin û wiha got:’’Bi tu awayî rewşa Rêbertiya me, nabe ku bikin mijara bazariyê. Ev ti carî nayê qebûl kirin. Hevdîtina Rêbertiya me bi parêzerên xwe, malbata xwe re, herwiha têkîliya xwe ya bi derve re, mafeke herî xwezayî, rewa û qanûnî ye û dewleta Tirk jî ev yek kiriye nava qanûnên xwe. Di qanûna navneteweyî de jî, ev yek hatiye nivîsandin. Dewleta Tirk jî mohra xwe daniye bin van qanûn û peymanan. Niha ev mafên herî rewa û qanûnî kirina mijara bazariyê, rewşeke herî ketî ye û hedê xwe nezanîn e. 

Pîvan Îmralî ye!

Besê Hozat di nirxandina xwe de, ji bo rayagiştî ya Tirkiyeyê jî van tiştan dibêje:’’Bi taybetî ji bo rayagiştî ya Tirkiyeyê ez dibêjim. Li Tirkiyeyê gelek siyasetmedar û nivîskarên ku xwe rewşenbîr dibînin, dibêjin em dewleta hiqûqê diparêzin, ji bo hiqûqê û laîkiyê têdikoşin, kemalîst, çep û sosyalîst pênase dikin hene. Başe ev beş ji bo vê rewşê çi dibêjin gelo? Li Îmraliyê 26 sal in sîstemeke tecrîd û êşkenceyê ku hemû hiqûqa navneteweyî û Tirkiyeyê binpê dike heye. 4 salên dawî sîstemeke tecrîd û îzolasyona mitleq heye. Û ev pêkanîn li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Yên ku cezayên wan bidawî bûye nayên berdan. Girtiyên bi nexweşiyên giran, li girtîgehan jiyana xwe jidest didin. Mirovên 70,80 û 85 salî tên girtin û dixine girtîgehan. Zarokên biçûk li girtîgehan mezin dibin. Ev bêhiqûqiya li Îmraliyê, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Li ser siyasetmedarên Kurd, şoreşgeran ev tê pêkanîn. Ger li hemberî vê deng dernaxin, tu eleqeya wan bi rewşenbîriyê û nivîskariyê tine ye. Îmralî weke kaxizê turnusolê ye. Mirovek çiqasî rewşenbîr e, çiqasî çepgir e, çiqasî demokrat û sosyalîst e, di nêzîkbûna wan a bêhiqûqiya li Îrmaliyê de derdikeve holê. Pêvan ev e.

Têkoşîna hiqûqî girîng e!

Besê Hozat derbarê pêngava azadiyê de jî ev nirxandin kirin:’’Bêguman ev mînak nîşan dide ku pêngava azadiyê çiqasî girîng e û çiqasî pêwîst e. Di rastiyê ev hemû encameke pêngavê ye. Rewşa ku pêngava azadiyê rejîma faşîst aniyê ye. Li hemberî têkoşînê ewqasî tengav bûye û dengeya xwe wenda kiriye ku, nizane çi bike. Parêzer xebateke bi nirx dimeşînin. Rewşa Rêbertiyê û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê kete rojeva Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Konseya Ewrûpayê. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê wê di meha Îlonê de kom bibe û rewşê binirxîne. Ji xwe DMME’yê rewşa li Îmraliyê weke êşkence nirxandibû çend sal berê. DMME, CPT û KE bi salane tevî ku vê rewşê dizanin, bi tenê li rewşê temaşe dikin. Şirîkê dewleta Tirk in. Têkoşîna ku tê dayîn, hişt ku êdî ev sazî jî, rewşê bixin rojeva xwe. Ev xebat û têkoşîneke gelekî girîng e. Ji ber ku di şexsê Rêber APO de, êrişeke li nirxên mirovahiyê, azadiyan, demokrasiyê, edaletê û hiqûqê heye. Divê ev têkoşîn heta dawiyê dewam bike. Herwiha di têkoşîna civakî de jî hestiyarî û xwedîderketinek ava kir. Divê ev jî bênavber were mezin kirin û dewam kirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.