Ji rejîma Îranê cezayên sosret

Şemî 8 Sibat 2025 - 03:20

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê rayedarên girtîgeha Evînê, Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî jî di nav de, li 27 girtinên jin ên siyasî cezayê ‘3 hefte wê ji mafên xwe yên destpêkê bêpar werin hiştin’ birîne. Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, rayedarên girtîgeha Evîn, cezayê ‘3 hefte wê ji mafên xwe yên destpêkê bê par werin hiştin’ ceza li 27 girtiyên jin birriye.

Hate gotin ku rayedar wê 3 hefteyan nehêlin girtiyên jin bi kesê re bi axivin û ji mafên wan yên wergirtina xurekan, bêpar bihêlin. Li gorî heman çavkaniyê ji ber ku girtiyên jin dema du dadwerên Îranê hatibûn kuştin, stran gotine, ceza li wan biriye.

Navê girtiyên jin yên siyasî yên hatine cezakirin wiha ne; Arzu Azram Safat, Şîwa Îsmaîlî, Samane Esxerî, Rayhana Ensarinejad, Gulrox Îrayî, Sakîne Perwana, Farûx Taqîpûr, Meryem Hacî Hisênî, Nahîd Xudaco, Azam Xizrî Cewadî, Lian Derwîş, Mehbube Rezaî, Hamraz Sadiqî, Zehra Sefayî, Mulud Sefayî, Meşhod Seydal, Pexşan Ezîzî, Mesume Esgerî, Merziye Farisî, Îlahe Fuladî, Spîde Qilyan, Werîşe Mûradî, Nêrgiz Mensurî, Tahêre Nurî, Huura Nîkbext û Meryem Yehyewî”

Hêjayî gotinê ye di 18’ê meha Çileyê (2025) de li Tahranê, du dadwerên bi navê Mihemed Muqeyse û Elî Razînî hatibûn kuştin. Hêjayî gotinê ye, di sala 2011’an de Yekitiya Ewropa û di sala 2019’an de jî Emerîkayê Mihemed Muqeyse xistibû nava lîsta cezayan. Di sala borî de jî Emerîkayê carek din Muqeyse û şeş dadwerên din ên Îranê ji ber binpêkirinên ku li beramberî mafên mirovan pêkanîne, ceza li wan birîbû.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.