Çalakiyên li dij komployê

Pêncşem 6 Sibat 2025 - 03:05

  • Kurd 26 sal in li dijî komploya navneteweyî têkoşîneke bênavber dimeşînin. Azadiya Abdullah Ocalan bi grevên birçîbûnê, meşên girseyî û însiyatîfa dîplomatîk hate xwestin û li dijî polîtîkayên tecrîdê xeta berxwedanê ya cîhanî hate avakirin.

Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê de ye li Îmraliyê tê girtin. Kurdan û gelên cîhanê ev wek plana tasfiyekirina gelê Kurd nirxand. Ji 1999’an heta niha Kurdan ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bê navber têkoşîn meşandin.

Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ji 1998’an dest pê kir û veguherî berxwedanek mezin. Grevên birçîbûnê, meş, kampanyayên îmzeyan, hewldanên dîplomatîk û çalakiyên girseyî, li dijî komployê hatin pêşxistin. Meşên dirêj ên li Ewropa û Rojhilata Navîn pêk hatin û kampanyayên ‘dem dema azadiyê ye’ ji çalakiyên ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêk hatinê ne.

Ji çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ heta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ berxwedana li dijî komployê didome.

Hûn nikarin roja me tarî bikin

Di 1998’an de çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hatin destpêkirin. Di 9’ê cotmeha 1998’an de Mehmet Halît Oral li girtîgeha Mereşê agir berda beden axwe û ev pevajo di demek kurt de li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê belav bû. Bi anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê re gelek kesî agir berda bedena xwe.

Grevên birçîbûnê 

Li dijî komployê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê pêk hatin. Di 12’ê îlona 2012’an bi daxwaza şert û mercên ewlehî tenduristî û azadiya Abdullah Ocalan grev hat destpêkirin û 68 rojan berdewam kir û bi banga Abdulalh ocalan bi dawî bû. Di 2018’an de bi  pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li girtîgehan grevê dest pê kir û 200 rojî berdewam kir. Vê pêvajoyê de 5 caran hevdîtinên parêzeran pêk hatin.

Meşa Gemlîkê  

Di 2005’an de bi navê ‘Meşa Gemlîkê’ çalakî pêk hatin. Her sal bi tevlibûna hezaran kesî meş pêk hatin. Meşa ewil di 4’ê îlona 2005’an de ji aliyê Federaysona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) pêk hat. 

Hewldanên dîplomatîk

Di 2005’a de di kampanya ‘Ocalan îradeya min ya siysasî ye’ 3 mîlyon îmze hatin komkirin. Di 2012’an de di kampanya hat destpêkirin de 10 mîlyon û 328 hezar û 623 îmze hatin komkirin û teslîmê Konseya Ewropayê hat kirin.

Li Rojava û Başûr kampanya

Di 2017’an de li Başurê Kurdistanê Rêxitsina Ciwanên Welatparêz, Rêxistina Jinên Ciwan a Têkoşer û Rêxistina Ciwanan a Jiyanaweyî ji Hewlêr heta Silêmaniyê meşek dirêj pêk anîn. Li Rojava di 2023’yan de di çarçoveya kampanya îmzeyan de 2 mîlyon û 646 hezar û 211 îmze hatin komkirin û pêşkêşî NY û Konseya Ewropayê hat kirin. 

Ji Abdullah Ocalan re azadî

Sala din bi dirûşmeya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ di asta global de kampanya hatin destpêkirin û li her derê hat meşandin. 

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.