Ji bo Tirkiyeyê şansa duyemîn

Çarşem 5 Sibat 2025 - 03:25

Şanda Îmraliyê ya DEM Partî di 28'ê Kanûna 2024 û 22'ê Çile de bi Rêber Abdullah Ocalan re 2 hevdîtin pêk anî. Di peyamên ku ji van hevdîtinan hatin kirin de Rêber Abdullah Ocalan işaret bi Meclîs û çareseriya civakî kir û di vê çarçoveyê de heyetê bi partiyên siyasî û saziyên sivîl re dest bi gera hevdîtinan kir.

Aktîvîsta mafên mirovan Fatma Bostan Unsal ku di salên destpêkê yên damezrandina AKP'ê de cih girt, ev hemû pêvajo nirxand. Fatma Bostan Unsal diyar kir ku Tirkiye bi giştî nekariye pirsgirêkên xwe çareser bike, diviyabû heta niha pirsgirêka kurd çareser bibûya û got:“Dema ku partî hat damezrandin, min di vê mijarê de nivîsek da Tayyîp Beg. Ev tiştek birêkûpêk bû ku me her gav dikir. Mixabin Tirkiye nikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Weke hûn jî dizanin, ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke girîng a sergirtinê hebû. Tevî ku niha zêde nayê bîra me, lê wî nikarîbû qedexeya serdegirtinê ya ku bandor li gelek kes û jinan kir û ji sedî 85'ê Tirkiyeyê li dijî wê derketibû, çareser bike. Loma jî ne pir serketî ye û hê jî nehatiye çareserkirin. Geşedanên li Sûriyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê motîvekirina geşedanan in û ez vê yekê wiha dinirxînim. Hêvîdar im ev pirsgirêka ku diviyabû demek berê bihata çareserkirin, çareser bibe."

Parlemento navnîşana girîng e

Fatma Bostan Unsal li ser helwesta Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku bal kişand ser rola Meclîsê ya di peyamên Rêber Abdullah Ocalan de nirxand û got: “Parlamento saziya herî girîng a pêkhateyan e. Ji ber vê yekê ez difikirim ku nîşankirina navnîşanek pir watedar e. Gotûbêjên destûrî ji bo kesên nerehet û xwedî nêzîkatiyeke neyînî di vê heyamê de jî wek argûman derdikeve holê, ji ber ku sîstema serokatiyê hatiye û bi du serdeman hatiye sînordarkirin û guman heye ku bloka desthilatdar bibe amûr ku dîsa hêza xwe biparêze. Aliyê pozîtîf ew e ku bloka opozîsyonê di vê pêvajoyê de piştgirî bû."

Aktîvîsta Mafên Mirovan Fatma Bostan Unsal  da zanîn ku têkçûyina dewletê ji ber neçareserkirina meseleya kurd e û got:"Ji bo Tirkiyeyê şansa duyemîn e. Di vê pêvajoyê de divê Tirkiye bifikire ku em ji ku hatine. Niha wê li Sûriyê jî tiştên wisa çêbibin û tirk û kurd dixwazin bi hev re bijîn, bi dewlemendiya hev serbilind in, divê piştgiriya hev bikin. Belê, Tirkiye di rewşeke nû de ye ku wê di vê mijarê de baweriya xwe nû bike û em hêvîdar in ku ew vê yekê ji bo kurd û tirkan ji bo piştgiriya hev bikin bingeh." 

JINNEWS/MELEK AVCI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.