Sosreta qaşo ‘daraza’ dewleta Tirk

Şemî 8 Sibat 2025 - 03:30

Li Halîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê Agît Îpek di qutiyekê de bi rêya kargoyê radestî wê hatibû kirin, li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Li ser îfadeyên îtîrafkar Akbiyik, Halîse Aksoy di 28’ê Nîsana 2023’yan de hatibû girtin û piştre hatibû tehliyekirin. Rûniştina 7’an a doza Halîse Aksoyê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Halîse Aksoy tevlî danişînê nebû lê parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek amade bûn. Dozger, mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Halîse Aksoy bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.

Şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Halîse Aksoyê.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.