Gefa rejîmê li ser malbatan

Şemî 8 Sibat 2025 - 03:15

Zext û êrişên rejîma Îranê ya li ser welatî û çalakvanên azadîxwaz her ku diçe tundtir dibe. Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand hevjîna girtiyê Kurd Celal Sedeqî, Sîrwan Şawale ji aliyê navenda Îstixbaratê ya Mihabadê ve hate gazîkirin û çend saetan dibin lêpirsînê de hate hiştin. Hate diyarkirin ku Sîrwan Şawale di dema lêpirsînê de ji aliyê hêzên Îstîxbaratê ya Mihabadê ve gefa binçavkirinê lê hatiye xwarin. Têkildarî sedema gazîkirin û gefxwarina li Sîrwan Şawale ti agahî nehatin belavkirin. Hêjayî gotinêye ku 15’ê Îlona 2024’an de Celal Sedeqş di pêla girtin û binçavkirina welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, li mala xwe ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ve bêyî destûra yasayî hate binçavkirin. Celal Sedeqî piştre sewqî Rêveberiya Îtlîatê ya Urmiyeyê hate kirin. Ji wê demê ve Celal Sedeqî ji mafên xwe yên hevdîtina gel malbat û parêzeran hatiye bêpar hiştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.