Çalakvan tedawiyê red dikin

Şemî 8 Sibat 2025 - 03:25

Mamosta û karmendên nerazî, li dijî nedana mûçe û binpêkirina mafê wan 12 rojin li ber Ofîsa NY’ê ya li Silêmaniyê di greva birçîbûnê dene. Serdan û piştevaniya ji bo çalakvanan berdewame. Li aliyê din her ku diçe tenduristiya wan xirab dike. Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê ya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî serdana konê çalakiyê kir û li wir bi daxuyaniyek da çapemeniyê qala rewşa mamosta û karmendên di greva birçîbûnê kir. Dr. Sebah Hewramî ragihand ku tîmên tenduristiyê hemû tedbîrên tenduristiyê ji bo mamosta û karmendên nerazî yên di greva birçîbûnê de girtine û got:’’Rewşa tenduristiya çalakvanan ber bi qonaxek din ve diçe, giraniya wan kêm dibe û hemû organên wan jî lewaz dibin. Çalakvanên di grevê de dermankirinê red dikin. Ji bo çareserkirina rewşa çalakvanan me planek din heye. Ev ji wan re dibe sedema pirsgirêkan. Ji ber wê divê ew tedawiyê berdewam bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.