Pêngava azadiya Rêber Ocalan

Sêşem 4 Sibat 2025 - 03:05

Berdevkên pêngava “Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” diyar kirin ku tiştên ew esas digirin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û gotin ew ê çalakiyên derbarê vê de li her derê belav bikin.

Kurdistanî û dostên wan çalakiyên xwe yên di çarçoveya pêngava “Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” dewam dikin. Di salvegera 26'emîn a Komploya Navneteweyî de wê gelek çalakiyên girîng bêne lidarxistin. Berdevkên pêngavê Zubeyde Zumrut, Hatîp Dîcle û Sînan Onal têkildarî mijarê axivîn.

Armanc azadiya fîzîkî ye

Hatîp Dîcle ragihand ku armanca destpêkê ya pêngavê ve ew bû ku girseyî bibe û balê bikişîne ser mijarê û destnîşan kir ku di encama çalakiyên berfireh de zext li ser Tirkiyeyê hate kirin, rastiya tecrîdê hate nîşandan. Hatîp Dîcle bal kişand ser qonaxa duyemîn a pêngavê ku armanc jê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û got, "Hewldanên danîna diyalogê ya dewleta Tirk a bi wî re, weke pêkhateyên kampanyaya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ji me dixwaze ku em hîn bi xurtî û rêxistinî daxwaza azadiya wî bikin."

Çalakî wê li her derê bên kirin

Ji berdevkên pêngavê Zubeyde Zumrut jî meş û mîtînga mezin a par li bajarê Koln ê Elmanyayê hate lidarxistin bi bîr xist û got, îsal li bajarê Strasbourg ê Fransayê wê çalakiyeke berfireh bê lidarxistin. Zubeyde Zumrut ragihand ku ji gelek welatan wê tevlîbûn li vê çalakiyê bibe. Li gorî Zubeyde Zumrut çalakî wê ne tenê li Ewropayê, her wiha li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê belav bibin, kampanyayên îmzeyan, meşên dirêj, meş û mîtîngên girseyî wê çalakiyên vê pêvajoyê bin.

Zubeyde Zumrut manîfestoya ji 7 xalan a ku Rêber Apo di hevdîtina 28'ê Kanûna 2024'an de pêşkêş kir bi bîr xist û got, "Ev hemû nîşan dide ku azadî û çareserî yan jî aştî yekser bi hev ve girêdayî ne."

Hewldana hiqûqî ya navneteweyî 

Ji berdevkên pêngavê Sînan Onal destnîşan kir ku yek ji armancên herî mezin ên kampanyayê jî wê ew be ku 'Li dadgehên navneteweyî li hemberî polîtîkayên tecrîdê û sûcên şer ên Tirkiyeyê hewldanên hiqûqî yên nû bêne destpêkirin'. Sînan Onal anî ziman ku piştî civînên ji hemû pêkhateyên kampanyayê wê di nava meha Nîsanê de bi konferanseke mezin plansaziyeke hevpar bê amadekirin, li Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî wê hewledan bêne kirin.

Dengê xwe hîn bilind bikin

Berdevkên pêngavê herî dawî ev bang li gelê Kurd û dostan kirin: "Sala 2025'an ji bo herêmê î cîhanê dem û saleke gelekî girîng e, ev yek ji bûyerên siyasî jî tê fêhmkirin. Ji bo kampanya bi ser bikeve divê em têkoşînê li her derê hîn mezin bikin, hîn bi rêxistin bikin û dengê xwe hîn bilind bikin."

ANF/BRUKSEL 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.