QSD: 9 çete hatin kuştin

Şemî 8 Sibat 2025 - 03:15

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 9 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya 24 saetên dawî ya berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Roja pêncşemê saet di 04.00’an de, şerekî giran di navbera hêzên me û çeteyan de rûda. Di encama şer de hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin, endamên din ên çeteyan jî çek û erebeyên xwe yên leşkerî li dû xwe hiştin û ji qada şer reviyan. Şervanên me dest danîn ser çek û erebeyên leşkerî yên çeteyan. Çeteyan hewl da li nuqteya xwe ya leşkerî vegerin, lê bi berxwedaneke mezin a şervanên me re rû bi rû man. Di encamê de kuştî û birîndarên wan çêbûn. Çeteyan di cara sêyemîn de piştî ku teqwiye anîn, êriş kirin, lê ji ber derbeyên giran ên şervanên me neçar man bi temamî ji herêmê birevin û nuqteya xwe ya leşkerî kirin hedef. Bi qasî hat tesbîtkirin 7 çete hatin kuştin û gelek çete jî hatin birîndarkirin. Şervanên me li nuqteya çeteyan a li bakurê Bendava Tişrînê xist û windahî gihandin wan. Lê hejmara windahiyan nehat zanîn. Piştî ku tevgera çeteyan di nuqteyeke leşkerî de hat dîtin, cara duyemîn hat hedefkirin û şer derket. Di şer de hejmarek çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Her wiha hêzên me balafireke leşkerî ya xwekuj xist. Li hemberî van êrişan jî, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) çalakiyeke bibandor li nuqteya çeteyan a li bakurê Bendava Tişrînê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û hin çete jî birîndar bûn, her wiha miqdareke çek û cebilxane hat desteserkirin.

Bîlançoya windahiyên çeteyan ên li eniya Bendava Tişrînê:

* 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

* Miqdareke çekên ferdî û alavên leşkerî (5 BKC), çekeke B7, rextek, çekeke Kalaşnîkov, çekeke Brno, dûrbîneke leşkerî û hin alavên din hatin desteserkirin.

*  9 çete hatin kuştin û 20 çete jî birîndar bûn.

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk duh tevahiya rojê li herêmê digeriyan û êrişên bi obîsên giran li derdora bendavê ranewestiyan.

Dewleta Tirk a dagirker derdora Pira Qereqozaqê bi obîsên giran, moşek û tankan ketober topbaran kir; bi nêzî 50 topan gundên Tîne, Cade, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, girên Sêvî û Qereqozaqê yên li başûrê Kobanê kirin hedef. Di encamê de zirarên madî yên mezin li baxçe û malên welatiyan bûn."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.