Tenê Ocalan bi aştiyê mijûl e

Pêncşem 6 Sibat 2025 - 03:35

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di rojên borî de nav de akademîsyen, sendîkavan, siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan, gelek kesî nameyeke ji Komiteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin û diyar kirin ku divê tavilê hevdîtina bi malbat û parêzeran bê kirin û tavilê Abdullah Ocalan azad bibe.

Ji kesên îmze avêt nameyê, rojnameger û nivîskara xelatkirî Orsola Casagrande ku bi navbeynkariya aştiyê ya navnetweyî ya di muzakereyên aştiyê ya Kurdistan û Kolombiyayê hevkariyê dike, ye. Orsola Csagrande nîqaşên muzakereya nû û tecrîd nirxand.

Ji bo aştiya mayînde azadî 

Orsola Casagrande da zanîn ku serdana ku piştî 43 mehan şûnde hatiye kirin girînge û diyar kir ji bo aştiyeke mayîn de, divê Rêber Abdullah Ocalan azad be û rola xwe bilîze û got:’’Serdana Omer Ocalan girîng bû. Qet nebe agahiyek hat girtin. Malbat û parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Piştî 43 mehan şûnde girtina agahiyê girîng bû. Ji ber her kes der barê Ocalan de bi fikar bû. Bêguman wek Birêz Ocalan jî gotiye tecrîd didome. Divê em li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin. Birêz Ocalan jî ji bo rola xwe ya di aştiyê bilîze divê bê berdan û azad bibe.”

Erdogan li her eniyê têk çû 

Orsola Casagrande balkişand ser geşedanên li Suriye û Rojhilata Navîn û daxuyand ku di vê pêvajoyê de pêk hatina hevdîtina bi Îmraliyê de balkêşe û got:“Desthilatdariya Tirkiyeyê wek berê ne xurte civak di krîzê de ye. Serokomar Erdogan di zorê de ye. Hêza wan ya berê tune ye. Ji krîza aborî re çareseriyekê nabînin. Li aliyê din butçeya welat ji şer re tê veqetandin û her kes vê wisa dibîne.” Orsola Casangrande daxuyakirin ku desthilatdariyê tevî qirkirin û zextan biryara Kurdan a di aştiyê de neşikandiye û wiha domand: “Erdogan dizane ku bêyî Abdullah Ocalan aştî ne pêkan e. Erdogan ev di 2013’yan de jî dizanibû lê hewl da bi rêbazên cuda çareser dike. Piştî têkbirina pêvajoya 2015’an şûnde hewldana darbeyê pêk hat û bi hezaran kes hatin girtin. Lê dîsa jî biryar û îradeya gelê Kurd neşikand. Erdogan hem di hilbijartinan de hem jî di eniyê de têk çû.”

Li aliyekî hevdîtin li aliyekê êriş 

Orsala Casagrande da zanîn ku li aliyekî hevdîtin tên kirin û li aliyê din jî li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş hene û got:“Li aliyekî destûra hevdîtinên bi Ocalan re da li aliyê din jî êrîşê Rojava dike. Ev her du bi hev re tên kirin. Bêguman ev ne tesaduf e. Erdogan ku Birêz Ocalan wek muxatab qebûl dike, li Rojava êrişê paradîgmaya Birêz Ocalan dike. Divê civaka navneteweyî li dijî vê bêdeng nemîne. Ev sûcê mirovahiyê ye.”

Orsala Casagrande balkişand ser hevdîtinê li Îmraliyê û got:’’Bêguman peyam girîng in û yekane kesê bi aştiyê re eleqeder dibe Abdullah Ocalan e. Li Îmraliyê ji bo aştiyê hewldanek mezin nîşan dide. Ji bo çareseriyeke siyasî tu carî şûnde gav navêt. Ji ber vê divê hem ji bo pisgirêka Kurd hem ji bo çareseriya pisgirêkên li Rojhilata Navîn şert û mercên wî bên afirandin. Hîna ji bo muzakereyan şert û mercên erênî nehatine avakirin.”

Divê saziyên navneteweyî aktîf bin 

Orsola Casagrande der barê salvegera 15’ê Sibatê komploya navneteweyî de jî axivî û balkişand ser pêvajoya nû û rola civaka navneteweyî û wiha got:“Dîsa divê saziyên navneteweyî, civaka navneteweyî û dewlet ji bo piştgirîkirina înîsiyatîfa Birêz Ocalan û gelê Kurd pir aktîftir bin. Yek ji kiryarên ku ew dikarin bikin, daxwaza rêzgirtina ji hiqûqa navneteweyî û pêkanîna mafê hêviyê ye. Her wiha divê saziyên navneteweyî ji bo pêşîgirtina li sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha li herêmên din ên Kurdistanê pêk tîne zêdetir bixebitin.”

JINNEWS/MELEK AVCI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.