Bi gefxwarinê aştî pêk nayê
Sêşem 4 Sibat 2025 - 03:40
- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku heta Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê û têkildarî gotinên Erdogan yên têkildarî berdana çekan got: Ev gefxwarin e. Bi zimanê şer û gefxwarinê aştî pêk nayê.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar têkildarî hevdîtinan da zanîn ku hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk tên girîng û watedar in û got:“Di her du hevdîtinan de, rayedarên dewletê li wir amade bûn û ev girîng e. Û em vê wekî destpêka pêvajoyê dibînin. Ji bo me girîng e ku peyamên Serok Apo bigihêjin her kesî û em rasterast muxatap girtina wî girîng dibînin. Di vê mijarê de, Serok Apo û tevgera wî zelal in. Ya girîng ev e ku yên hember çi difikirin.”
Divê sedem bên bidest girtin
Zubeyr Aydar bibîrxist ku kurdan li hemberî polîtîkayên tunekirin, înkar û pişaftinê çek hilgirtine û têkildarî nîqaşên çekberdanê wiha got:“Kurdan çima çek hilgirtin? Ger hûn encaman holê rakin û sedema holê ranekin hûn ê bi heman encamê re rûbirû bimînin. Yanî divê şert û merc wisa bin ku kurd pêwîstiya çek hilgirtinê nebînin. Serok Apo got ku ‘Ger şert û mercên min guncav bibin, neyêm astengkirin, ez dikarim vê pêvajoyê ji şîdetê bînin ser bingeha hiqûq û siyasetê’. Pêwîst e mesele bi giştî were destgirtin.Ger li şûna sedeman bi encaman re mijûl bibin hûnê nekaribin pirsgirêkê çareser bikin. Divê mesele bingehîn were destgirtin û her tiştî li ser esasê xwe nîqaş bikin û bigihêjin encamê.”
Tecrîd dewam dike
Aydar diyar kir ku hêj tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike û got:“Serok Apo rêveberê vê tevgerê ye û tevger ava kiriye û sermuzakerevan e. Divê şert û mercên wî yên xebatên bên başkirin. Jixwe wî jî berê behsa şert û mercên tenduristî, ewlehî û xebata azad kiribû. Ji bo Serok Apo xebatan bimeşîne divê bi rêxistinê re têkilî deyne, xwe bigihîne hemû kesî û agahî û belgeyan bi rihetî bi dest bixe. Divê li Tirkiyeyê bi partiyên siyasî, akademîsyen, rojnameger, saziyên ragihandinê bi awayekî bêsînor diyalogê pêk bîne. Di şert û mercên Îmraliyê yên heyî ne mimkun e ku pêvajo bi awayekî baş bimeşe. Yên ku ji Serok Apo re dibêjin; ‘daxuyanî bide, filan tiştî bibêje’ neçar in ku şert û mercên Îmraliyê baş bikin.”
Pirsgirêka Kurd êdî cîhanî ye
Aydar da zanîn ku pirsgirêka kurd bi Tirkiyeyê ve sînorkirî nîne, her wiha Îran, Iraq û Sûriyeyê jî eleqedar dike û got:“Pirsgirêka kurd veguheriye pirsgirêka cîhanê. Ger li holê pirsgirêkek hebe kesên din jî xwe tevlê dikin. Ji ber vê yekê, çareseriya ku Serok Apo dixwaze pêş bixe ji bo gelên herêmê bingeh e û di çarçoveya jiyana azad a paradîgmayeke pêşerojê ye. Feraseta netew dewlet ne li gorî herêmê ye. Feraseta netew dewlet gelan tîne hemberî hev û dişikîne. Me dît ku li Iraq û Sûriyeyê encamên çawa derketin holê. Pêwîst e Tirkiye û Îran bikevin pêvajoya guhertin û veguhertinê. Divê hemû nasname bikaribin bi rihetî xwe îfade bikin. Bi yek nasname û yek bawerî ve çareserî pêk nayê.”
Divê dest ji zimanê gefan berdin
Zubeyr Aydar herî dawî got ku divê hikûmeta tirk dev ji zimanê gefxwarinê û êrîşan berde û got:“Bi zimanê şer û gefxwarinê aştî pêk nayê. Ger ev nêzîkatî berdewam bikin jixwe çareserî ne mimkun e û encam jî nayê bidestxistin. Dema mirov pratîkên hikûmetê mêze dike dibîne ku li gorî pêvajoyê tevnagere. Li aliyekî qeyûman tayînî şaredariyên li Kurdistanê dike, her roj operasyonên leşkerî, siyasî pêk tîne. Her roj bombebaranan pêk tîne, bi hezaran kesa binçav dike û dixe girtîgehan, êrîşî Rojava dike. Em nikarin ji van tiştan re çavê xwe bigirin. Mafê wan tune ku bibêjin; ‘Bang bikin, bila Serok Apo wiha bike’. Di bin van şert û mercan de ne mimkun e encam bê bidestxistin. Divê qet nebe vê carê zimanê xwe biguherînin. Ev ziman di çapemeniya tirk de jî cih digire. Carnan çapemenî sînorên exlaq derbastir dikin. Ji bo çareseriyê roleke mezin dikeve ser milê çapemeniyê û divê çapemenî jî bi berpirsyarî tevbigere.”
MA/FIRAT CAN ARSLAN