Ji ser qetilkirina Tahîr Elçî re 10 sal derbas bûn
În 28 Mijdar 2025 - 03:15

Serokê Weqfa Tahîr Elçî Mahsûm Bati got: "Mercên bê pevçûn, bê şer, bê çek xeyala Tahîr Elçî bû. Ji bo pêkanîna vê yekê em amade ne ku berpirsiyariyê li xwe bigirin."
Deh sal di ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re derbas bûn. Tahîr Elçî, di 28'ê Mijdara 2015'an de, dema ku li navçeya Sûr a Amedê li ber Mînareya Çar Ling daxuyanî dida, hat qetilkirin. Tevî ku gelek rojnameger û komên foto-fîlmê yên emniyetê li wir bûn û dîmen dikişandin jî, kiryarên Elçî bêceza man. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê qetilkirina Tahîr Elçî de lêpirsîneke xurt nekir û piştî têkoşîna Baroya Amedê û parêzerên doza Tahîr Elçî, piştî 4 sal û nîvan îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de ji bo polîsên bi navê Mesut Sevgî, Fuat Tan û Sînan Tabur bi sûcê "bi zanebûn bûne sedema mirinê" ceza hat xwestin. 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di biryara xwe ya 12'ê Hezîrana 2024'an de bi îdiaya ku "delîlên têr û dûrî şik û gumanan tune ne ku bersûcan ev sûc kirine" biryara beraetê da. Biryara ji bo Dadgeha Îstînafê ve hat veguhezandin, ji aliyê 10'emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê ve hat redkirin. Parêzeran di 24'ê Çileyê de ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdan kirin. Lêkolîna AYM'yê ya li ser dosyeyê didome.
Serokê Weqfa Tahir Elçî Mahsûm Bati, pêşketinên di 10'emîn salvegera qetilkirina Tahîr Elçî de nirxand û diyar kir ku wî Tahîr Elçî di sala 1996'an de nas kiriye û li cem wî stajyerî kiriye û ev tişt got: "Dema ez stajyer bûm, ew bixwe jî parêzerekî ciwan bû. Pir bicoş bû, şopandina wî ya fikrî xurt bû û digihîşt her derê. Min wisa texmîn dikir ku ev rewş ji ber ciwaniya wî ye; lê her ku sal derbas bûn, ez têgihiştim ku karaktera wî bi xwe ev e. Her tim bi kelecana roja ewil nêzî meseleyan dibû. Bi saya şopandina xwe ya fikrî, gelek doz ronî kirin."
Mahsûm Bati kêmasiyên di pêvajoya lêpirsîn û darizandinê ya piştî qetilkirina Tahîr Elçî rêz kirin û bi bîr xist ku di dîmenên kameraya foto-fîlmê de 12 saniye kêm in, kabsûlên guleyan di dema qedexeya derketina derve de nehatine komkirin û hatiye îdiakirin ku kameraya ewlehiyê ya kargeheke ku cihê bûyerê didît xirab bûye. Mahsûm Bati diyar kir ku dozgeriyê di mijara berhevkirina delîlan de astengî derxistiye û delîl winda bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dozgeriya ku diviyabû kar bikira, karê xwe nekir. Li gorî Qanûna Muhakemeya Cezayê, hemû delîlan dozgerî kom dike. Dadgeh jî delîlên heyî nîqaş dike û li gorî wê biryarekî dide. Lê di dosya Tahir beg de, mîna hemû dosyeyên din ên kiryar nediyar, dozgeriyê di komkirina delîlan de pêk neanî."
Mahsûm Bati destnîşan kir ku di qonaxa darizandinê de wan xwestiye lêpirsîn were berfirehkirin û biryarek were dayîn, lê ev daxwaz nehatiye qebûlkirin û got ku delîlên dozgeriyê kom kirine ji bo ronîkirina dosyeyê têr nakin. Mahsûm Bati bi bîr xist ku dadgehê paşê dev ji guhdarîkirina serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu berdaye û got: "Ev ne tiştekî sosret e. Ji ber ku li gorî fikra me, mîna bi dehan dosyeyên kuştinên kiryar nediyar û înfazên bêdaraz ên ku Tahir beg dişopandin, di vê dosyeyê de jî mudaxeleyeke siyasî heye. Ji ber vê yekê derxistina holê ya vê jî tenê bi îradeyeke siyasî dibe. Nexwe tenê bi lêkolîneke dozgeriyê nabe. Lewra li hemberî we organîzasyoneke wisa heye ku delîlan vedişêre, tune dike û îmha dike. Ji ber vê yekê, pir zor xuya dike ku dozgerek bi tena serê xwe tevbigere û vê yekê ronî bike. Ev cinayetekî siyasî ye. Davutoglu jî li Amedê heman tişt gotibû 'ev cinayetekî siyasî ye'. Me jî wiha got: Madem cinayetekî siyasî ye; fermo, bila were vebêje. Ev cinayet çawa hat kirin, kê kir, agahiya wî heye ku gotineke wiha tîne ziman. Davutoglu heta îro daxuyaniyek nedaye. A rast, heke mirov rastiyê bibêje, siyasetmedarekî durust dikaribû vê bikira: Belkî dadgehê gazî wî nekiribe, lê wî dikaribû rastiye bûyerê aşkera bikira. Lê ya rast, ji bilî manîpulekirinê tiştek nekir."
Mahsûm Bati diyar kir ku divê hikumet an jî aktorên din di vê mijarê de cesareta xwe xurt bikin û divê civaka sivîl roleke aktîf bilîze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wek Weqfa Tahir Elçî, bi taybetî di mijara hevrûbûn, heqîqet û edaletê de em amade ne ku tişta dikeve ser milê me bikin. Li erdnîgariya Kurdan bidawîbûna tundî û şer, li gorî me gelek girîng e û em piştgiriyê didinê. Di vî warî de hem ji bo cesaretkirina desthilatê hem jî aktorên din, çi ji destê me tê em dikin. Lewra di encamê de ev meseleyeke cesaretê ye. Mercên bêpevçûn, bêşer û bêçek; ew mercên bû ku Tahir Elçî jî xeyal dikir bûn. Ji bo pêkanîna vê yekê em amade ne ku berpirsiyariyê li xwe bigirin."
MA / AMED / RÛKIYE PAYÎZ ADIGUZEL














