Ji Senatoran gefa cezakirinê

Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 02:50

Du senatorên Emerîkî ragihandin ku ger dewleta Tirk li gel Kurdên li Sûriyeyê agirbestê ne ragihînin û avakirina herêma bê çek qebûl nekin, wê cezayan li ser bisepînin. Senator Chris Van Hollen ê Demokrat û Senator Lindsey Graham ê Komarî, li ser tora medya dijîtal têkildarî ferzkirina ceza li ser dewleta Tirk daxuyanî dan. Her du senatoran diyarkirin ku vê heftiyê projeyasayek ji bo sepandina ceza li ser Tirkiyeyê amade dikin. Senatoran ragihandin ku ger Enqere pêşniyara agirbesta Emerîkayê ya li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk û pêşniyara Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî ya ji bo çêkirina herêmek bê çek qebûl neke, wê ceza bi ser Tirkiyeyê de ferz bikin.

Senatorên Emerîkî destnîşankirin ku hinek fikarên Tirkiyê yên ewlehiyê hene ku dikarin bên çareserkirin, lê geşedanên li Sûriyeyê yên li ser destê komên nêzîkî Tirkiyeyê, ewlehiya herêmê dixe xeteriyê û Emerîka nikare bê helwest raweste.

Herî dawî tekezî kirin ku êrişên hêzên nêzîkî Tirkiye li ser QSD’ê û Kurdan, ziyanê dide armanca Emerîka ya li herêmê ya têkbirina terorê û rêgirtina li pêşdaçûna DAIŞ’ê. Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî daxuyaniyek dabû û gotibû:“Em dilsoziya xwe ya bi agirbesteke berfireh a li Sûriyeyê didomînin. Em biryardariya xwe ya ji bo pêkanîna agirbesteke berfireh a li seranserê Sûriyeyê careke din diyar dikin. Di vê çarçoveyê de em radighînin em amade ne li bajarê Kobanê careke din bi belavkirina hêzên ewlehiyê di bin çavdêrî û hebûna DYE’ê de ji bo avakirina herêmeke bêyî leşkeran pêşniyar bikin. Ev hewldan armanc dike ku fikarên ewlehiyê yên Tirkiye ji holê rake û li herêmê aramiya mayînde pêk bîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.