Ji dewleta Tirk re sîxuriyê dikin

În 24 Îlon 2021 - 01:04

Farmandarê Leşkerî yê YNK’ê yê Şarezûrê, Ekber Înaxî diyar kir ku li Herêma Kurdistanê hin kes hene ku ji Tirkiyeyê re sîxûriyê dikin û bi rêya wan Şukrî Serhed hatiye şehîdkirin. Ekber Înaxî got, Tirkiyeyê ji bo şerê Kurdan li dijî Kurdan hêz biriye Başûrê Kurdistanê: “Yên dijminê gerîlayên PKK’ê ne, dijminê hemû gelê Kurd in.”

Farmandarê Leşkerî yê YNK’ê yê Şarezûr û Berpirse Komîteya Pêşmergeyên Dêrîn ên Şarezûrê Ekber Înaxî têkildarî şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed (Yasîn Bulut) li Silêmaniyê axivî.

Ekber Înaxî got: “Li Herêma Kurdistanê destek heye ji Tirkiyeyê sîxûriyê dike. Bi riya vî destî Heval Şukrî Serhed şehîd kirin. Ev jî baweriya xelkê parçeyên din ên Kurdistanê bi Başûrê Kurdistanê kêm dike. Yên ku hevalê PKK’ê şehîd kir, kîna wî li dijî tevahiya Herêma Kurdistanê heye û dixwaze têk bide.”

Ekber Înaxî diyar kir ku xebatên dîplomasiyê pêwîst in û wiha dewam kir: “Kîna wan li hemberî pêşketina Kurdan heye, êdî ji bo çi şerê xwekuştin û birakujiyê bikin. Çima li hemberî dijmin hev negirin? Eşkere ye ku dewletên dagirker çeteyan li bedena Kurdan diceribînin. Ji bo ku bizanin çend ziyanê dide. Divê rêveberên Kurd sererastkirinekê ji bo bidestxistina mafên Kurdan bikin.”

Ekber Înaxî bal bire ser êrişên dewleta Tirk û wiha pêde çû: “Ew hêzên Tirkiyeyê yên hatine Başûrê Kurdistanê, ji bo şerê navxweyî hatine. Bi PDK’ê dijberiya YNK’ê û PKK’ê kiriye. PDK wiha xebatê dike ku peywendiyên wê li gel welatên derdorê hebin. Weke mînak, ji bo çi 31’ê Tebaxê çêbû, ji bo çi parlamena Kurdistanê dagir kirin. Lewma yên dijminê gerîlayên PKK’ê ne, dijminê gelê Kurd hemûyî ne.”

Ekber Înaxî herî dawî got, ji bo ku êdî şoreşgerên Kurd şehîd nebin, pêwîstiya Kurdan bi yekrêziyê heye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.