Ji bo zarokan pirtûkek nû; Adarok

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 27 Hezîran 2024 - 00:06

Pirtûka Mehmet Nûrî Taniş a bi navê “Adarok” a zarokan ji Weşanên Sînê derçû. 

Taniş di sala 1875’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê hate dinê û ji sala 1999’an ber bi îro di girtîgehê de tê ragirtin. Taniş ê di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T ya Kayseriyê tê ragirtin, pirtûka xwe ya bi navê “Adarokê” di şexsê Evrîm Demîrê de diyarî hemû zarokên li welatê xwe dike. Wêneyên di pirtûkê de Bîlal Karagoz xêz kirin. Pirtûk ji 80 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de ji bo hin peyvan ferhengokeka kurd-tirkî jî hatiye amadekirin.  

Beşek ji pirtûkê wiha ye;

Nêrgizê destê xwe ber bi Çiyayê Varîçê ve dirêj kir û ji Adarokê re got: 

“Keça min, tu dibînî berf hinekî din jî heliyaye. Bila hinekî din jî bihele, em ê wê çaxê dîsa bi hev re biçin Adarokê.”

Adarokê ji diya xwe pirsî:

“Dadê, berf heta ku derê bihele em ê biçin Adarokê?”

Nêrgizê got:

“Keça min, dema ku reşahî gihîşt Girê Berxan, em ê wê çaxê biçin. Tu dibînî jixwe zehf nemaye.”

Adarokê dîsa ji diya xwe pirsî:

“Dadê, ma çima em niha naçin Adarokê?”

Nêrgizê got: 

“Keça min, niha zû ye. Hewa hê jî sar e. Her tişt di wextê xwe de xweş û baş e. Ka were em herin, ez niha porê te şeh bikim û ji te re behsa Adarokê bikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.