Ji bo yekdengiya Kurdan xebata KNK´ê

În 10 Adar 2023 - 00:57

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi pêşengiya Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de, li parêzgeha Hewlêrê serdana Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê kir.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs got, armanca serdana Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê ji ber konferansa sedsaliya Peymana Lozanê ye ku bi mebesta yekdengî û piştgiriya aliyên Kurd yên li Başûrê Kurdistanê ye.

 

Heta niha PDK’ê ti gav neavêtiye

Ahmet Karamûs her wiha diyar kir ku ew ê serdana aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê hemûyan bikin, lê heta niha PDK’ê ji bo hevdîtinê ti gav neavêtiye, ji ber ku PDK naxwaze li gel wan rûne: “Me wek KNK’ê gelek caran bi navê yekrêziya gelê Kurd ji bo hevdîtina li gel PDK’ê gav avêt, lê heta niha PDK’ê ti helwêst nîşan nedaye. Dibe ku PDK nexwaze em li hev kom bibin. Her gava ku serokê PDK’ê xwest, em ê li gel kom bibin.”

 

Em piştgirê yekîtiya neteweyî ne

Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Hîwa Seîd Selîm axivî û got, “Me li ser amadekariyên konferansa sed salî ya Lozanê guftûgo kirin. Me hevhelwêstiya xwe ya bi konferansê re û piştgiriya xwe ya ji bo yekîtiya gelê Kurd di mijarên neteweyî de nîşan da.”

Li aliyê din şande li Hewlêrê li gel Hizba Demokrat a Beyt Nehrîn civiya. Şande ji aliyê Sekreterê Hizba Demokrat a Beyt Nehrîn Romeo Hekarî û endamên serkirdayetiya partiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Qeremûs di hevdîtinê de got, ew ê ji bo yekrêzî û piştgiriya aliyên siyasî serdana tevahiya aliyên siyasî bikin: “Em vê yekê di vê demê de weke erkeke xwe ya neteweyî û nîştimanî dizanin. Piştgirî û yekdengiya aliyan ji bo yekrêziya gelê Kurd pêwîstî ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.