Ji bo Tugluk banga lezgîn
În 21 Çile 2022 - 22:27
- Ji bo ku Aysel Tuguk a rehîn û girtiyên din ên bi nexweşiya giran werin berdan, name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re hate şandin.
Ji bo ku Aysel Tuguk a rehîn û girtiyên din ên bi nexweşiya giran werin berdan, name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re hate şandin.
43 baro, rêxistinên mafê mirovan ên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û cîhanê ji bo ku balê bibin ser rewşa tenduristiyê ya siyasetvana Kurd Aysel Tugluk a ku ji 28'ê Kanûna 2016'an ve girtiye, bi daxwaza lezgîn, name ji komên xebatê û raportorên NY'yê re şandin.
Name ji Raportorê Taybet ê li dijî Êşkence û Tehdeyê ya NY'yê, Raportorê Taybet ê Dadger û Parêzerên Serbixwe, Raportorê Rewşa Parêzvanên Mafê Mirovan, Koma Xebatê ya Girtinên Kêfî, Raportorê Taybet ê Mijara Tenduristiya Zêhnî û Raportorê Taybet ê Heqê Hindikahiyan re hate şandin.
Di nameyê de binpêkirina mafan a li girtîgehan û rewşa Tugluk hate destnîşankirin. Hate gotin, piştî ku teşxîsa nexweşiya demansê li Tugluk hatiye danîn, rewşa wê girantir bûye û hate gotin, ''Aysel Tugluk li gel nexweşiya giran jî di şertên berdest ên girtîgehê û dema pêla Covîd-19'ê de jî li girtîgehê de tê ragirtin. Ev jî nîşan dide ku saziyên peywendîdar ne li gorî hiqûqê û standartên navneteweyî tevdigerin.''
Di nameyê de hate xwestin, li dijî binpêkirina mafên Tugluk, destwerdaneke bi lezgînî were kirin û hate xwestin, Tugluk û girtiyên di rewşa wê de, demildest bêne berdan û destûr were dayîn ku rêxistinên mafê mirovan û derveyî hikûmetê karibin problêmên xwegihandina heqê tenduristiyê ya girtî û cezaxwariyan îfade bikin, peywirdarên bijîşkî karibin bi azadî karê xwe bikin û karibin biçin serdana girtîgehên hikûmeta Tirk û wan kontrol bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN