Ji bo Şêrê Zêrîn 18 film

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Îlon 2020 - 01:00

  • Sibe Festîvala Filman a Venedîkê dest pê dike. Îsal ji bo xelata sereke Şêrê Zêrîn 18 film reqîbên hev in. Yek ji van filman jî belgefilma bi navê Notturno (Şev) ya derhênerê Îtalî Gianfranco Rosi ye.

Sibe Festîvala Filman a Venedîkê dest pê dike. Îsal ji bo xelata sereke Şêrê Zêrîn 18 film reqîbên hev in. Yek ji van filman jî belgefilma bi navê Notturno (Şev) ya derhênerê Îtalî Gianfranco Rosi ye.
Belgefilma hostekarekî sînemayê yê Îtalî Gianfranco Rosi di nava filman de gelekî balê dikişîne. Gianfranco Rosi ji bo filma xwe sê salan li Kurdistan, Iraq, Sûrî û Libnanê dîmen girtin. Derhêner berê xwe ji şer, kul û xeman û wê de dide mirovan û mirovbûnê. Derhêner dibêje, "Di nava van 3 salan de li Rojhilata Navîn min mirovên li herêmên şerî dîtin. Min xwest ez behsa çîrok û kesayetan ji şerî û wê de bikim. Ez dûrî bereyê şer bûm; ez çûm wan deveran ku mirovan hewl dida li wan jiyana xwe baştir bikin. Li wan deverên min dîmenê dengvedana şerî girtin, ew hebûna şerî ya giran a ku mirov nikare di siberojê de nîşan bide hebû. Min hewl da jiyana rojane ya wan mirovên li ser sînorê jiyan û dojehê bibêjim.
Şer yekser xuya nake di filmê de: dengê dayikên dilorînin, aliqîna zimanê wan zarokên ku heta hetayê wê birînên wan nakewin. Nexweşên li saziyeke psîkyatriyê, stranbêjekî li ser kolanan, dilrehmiya gerîla û pêşmergeyan, endamên çeteya DAIŞ´ê di hepsê de, tirsa dayikeke Êzîdî ya ji bo keça wê ya êsîrkirî, Elî yê hewl dide bi karê xwe nan bibe malê û bide birayên xwe…
Lê di filmê de dîsa ya li pêş ne şidet e, insan û mirovbûn e. Notturno (şev) filmeke ku dibêje, her roj ji şevekê diwelide.
Gianfranco Rosi derhêner, dîmengir û dengsazê filmê ye, Jacopo Quadri û Fabrizio Federico jî montaja wê kirine.

17 filmên din
Filmên din ên beşdarî festîvalê dibin jî ev in:
‘Le Sorelle Macaluso’ (Xwişkên Macaluso); filma derhêner Emma Dante ye.
‘Dinyaya bê’ filma derhênera Emerîkî ye behsa New Yorka sedsala 19´an dike.
‘Nuevo Orden’ (Nîzama nû); filma derhêner Michel Franco behsa newekheviya civakî û aborî li Meksîkayê dike.
‘Amants’ (Evîndar); filma Nicole Garcia serpêhatiya evînê ya Lisa û Simon dibêje.
‘Laila li Haifayê’ a derhêner Amos Gitai, behsa serpêhatiya 5 jinên Filistînî û Îsraîlî dike.
‘Dorogie Tovarischi!’ (Hevrêyê ezîz) ê Andrei Konchalosky behsa greveke sala 1962´yan dike ku di destwerdana eskerên Sovyetê de 26 karker tê de hatin kuştin.
‘Spy No Tsuma’ (Jina sîxurî), filma Kiyoshi Kurosawa ye ku behsa serdema hema beriya Şerê Cihanê yê Diduyan dike.
‘Khorshid’ (Zarokên Rojê), filma Mecîd Mecîdî yê Îranî ye ku behsa Elî dike, yê ku dide pey şopa xezîneyeke binerd.
‘Parçeyên jinekê’ filma derhêner Kornel Mundruczo ye û behsa wê yekê dike ka Martha têkiliya xwe bi mêrê xwe û dayika xwe re dimeşîne.
‘Miss Marx’ filma Susanna Nicchiarelli ye û serpêhatiya Eleanor, keça herî ciwan a Karl Marx dibêje.
‘Padrenostro’ filma derhêner Claudio Noce ye. Film behsa Valerio yê 10 salî dike ku şahidî li kuştina bavê xwe kiriye.
‘Sniegu Juz Nigby Nie Bedzie’ (Careke din berf wê nebare), filma li ser masorekî esrarengîn e ku derhêner Malgorzata Szumowska û Michal Englert çêkiriye.
‘Şagirt’ filma derhênerê Hindistanî Chaitanya Tamhane ye û behsa Sharad dike yê ku xewna wî ye bibe vokalîstekî klasîk.

VENEDÎK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.