Serketin destpêka têkçûnê ye

În 5 Nîsan 2024 - 00:41

Derbarê serkeftina DEM Partî û binketina desthilata AKP-MHP’ê de, Endamê KNK’ê Şêrko Heme Emîn axivî. Şêrko Heme Emîn di destpêka axaftina xwe de serkeftina DEM Partiyê li tevayî gelê Bakurê Kurdistanê pîroz kir û got:“Wateyek mezin a vê serkeftinê li beramberî siyaseta înkar û faşîzma Tirk a li beramberî gelê Kurd tê kirin, heye. Tevî ku desthilatê gelek sextekarî di hilbijartinê de kir jî, lê Kurdan serkeftinek dîrokî naivîsandin.” Di dewamê Şêrko Heme Emîn da zanîn ku serketina DEM Partî di heman demê de destpêka şikestina faşîzma li Tirkiyeyê ye û got:“Ev serketin wê yekê piştrast dike ku di hilbijartinên dema pêş de wê zihniyeta faşîst a AKP’ê tine bibe.” Şêrko da zanîn ku siyaseta înkarê wê encam negire û got:“Siyaseta înkarê ne tenê zirar bi gelê Kurd gihandiye. Di heman demê de zirar gihandiye hemû gelên Tirkiye û aboriya Tirkiyeyê jî. Em bi hêvî ne ev bibe destpêka pêngavek ya xwe di berçavre derbaskirinê û li Tirkiye derfetek nû derkeve pêş. Gelê Kurd hertim xwestiye doza xwe ya rewa bi rêyên aştiyane pêş bixe. Ger em bi hişyarî siyasetê bikin wê ev bibe derfetek ji bo hîn zêdetir pêşî li siyasetê bê vekirin. Lê ger weke berê siyaseta înkar û tinekirinê bimeşînin, wê xwe jî tine bikin û Tirkiye jî rûbirûyê qeyranên hîn zêdetir bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.