Sosyalîst: Em beşekî berxwedanê ne

Pêncşem 4 Nîsan 2024 - 00:43

ESRA SOLÎN DAL / MA / STENBOL

Nûnerên partiyên sosyalîst, li dijî xespa vînê ya li Wanê banga têkoşîna bi hev re kirin. Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamzet Taşçi wiha got: “Em parçeyekî berxwedana gelê Kurd in.”

Nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin, bû sedemê berteka gelek beşên civakê. Li dijî darbeya li ser vîna gelê Wanê bertekek jî ji partiyên sosyalîst ên li Stenbolê hat.   

Serokê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk, bertek nîşanî nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan da û wiha got: “Em bi tabloyeke wisa biêş re rûbirû ne ku di sedsala 21’emîn de gelê kurd ji bo mafê xwe yê hilbijartin û bijartinê neçar dimîne ku têbikoşe. Ev rewş şerma vî welatî ye.”

Divê deng derkeve 

Ozturk, destnîşan kir ku eleqeya biryarê bi hiqûq û destûra bingehîn nîne û wiha berdewam kir: “Divê li dijî vê em bi hev re têbikoşin.” Ozturk, anî ziman ku ji bo ji neheqiya hatiye kirin re bibin deng diçin Wanê û got: “Divê li dijî vê neheqiyê dengek were bilindkirin. Divê kes vê rewşê qebûl neke. Li Îzmîrê, Bûrsayê bi rêgezan dikevin hilbijartinê bila li Wanê jî ew rêgez derbasdar bin.’’

SODAP: Divê em li cem Kurdan bin 

Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) a Stenbolê Fatma Înce jî bi van gotinan bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê da: “Desthilata Qesrê hewl dide têkçûna xwe bi polîtîkayên dijminatiyê yên li dijî gelê Kurd veşêre. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasiyê li dijî polîtîkayên ku vîna gel tune dihesibînin derkevin û li cem vîna gelê Kurd bisekinin.”

SYKP: Em ê bi hev re bin

Seroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Feray Yilmaz Mertoglû jî biryar weke darbeya li dijî vîna gelê kurd nirxand û wiha got: “Ev pêkanînên neheqî û bêhiqûqî divê demildest bi dawî bibin. Abdullah Zeydan vîna gel e, vîna me ye. Divê gelên Tirkiyeyê di sedsala duyemîn a Komarê de ji bo avakirina aştî û demokrasiyê ya bi hev re têbikoşin.”

Em parçeyek ji berxwedanê ne 

Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi anî ziman ku li Tirkiyeyê parçeyekî berxwedana gelê kurd in û wiha got: “Bloka faşîst a AKP’ê û MHP’ê tenê vîna gelê Kurd xesp nake di heman demê de bi binçavkirina nûnerên wan hewl dide berxwedanê bi dawî bike. AKP’ê ji sala 2015’an ve li Kurdistanê hiqûqa mêtîngeriyê xistiye dewrê.’’  Taşçi wiha domand: ‘’Em ê weke şoreşgerên Tirkiyeyê li her cihê ku gelê kurd lê li ber xwe dide bi taybetî li bajarên Tirkiyeyê bibin parçeyekî berxwedanê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.