Darbeya Wanê ji Behra Berxwedanê vegeriya

În 5 Nîsan 2024 - 00:17

  • Saziya hilbijartinê ya Tirk jî demildest biryar li ser da ku Hevşaredarî ji Hevşaredar Abdullah Zeydan were standin û mazbata dane namzetê têkçûyî yê AKP’yî Abdulahat Arvas. Li ser vê hewldana şikandina vîna gelê Kurd gelê Wanê mîna pêlên Behra Wanê rabû ser xwe û pêla berxwedanê pêşî tevahiya bajêr da ber xwe û piştre jî pêlên berxwedanê xwe gihande gelek bajarên din ên Kurdistanê û Tirkiyê. 

Bi biryara Serokkomarê Tirk Recep Tayyîb dewleta Tirk hewl da ku li Wanê darbe li vîna gel bike. Saziya hilbijartinê ya Tirk jî demildest biryar li ser da ku Hevşaredarî ji Hevşaredar Abdullah Zeydan were standin û mazbata dane namzetê têkçûyî yê AKP’yî Abdulahat Arvas.

Li ser vê hewldana şikandina vîna gelê Kurd gelê Wanê mîna pêlên Behra Wanê rabû ser xwe û pêla berxwedanê pêşî tevahiya bajêr da ber xwe û piştre jî pêlên berxwedanê xwe gihande gelek bajarên din ên Kurdistanê û Tirkiyê. 

Piştî ku Rejîma Rejîma Recep Tayyîb dît ku ev pêlên berxwedanê li Kurdistanê û Tirkiyê wê bibe mîna tsunamîyê û qesra wî bi ser de hilweşîne bêyî dilê xwe bi paş de gav avêt û mazbata li Hevşaredar Abdullah Zeydan vegerand.

Qad têra gel nekir

Gelê Wanê yê ku 2 rojan kuçe û kolan ji xwe re kiribû qada  berxwedanê, bi bihîstina şikestina hewldana darbeyê, vê carê jî ji bo serkeftina berxwedanê pîroz bike gihaşt cem hev. Bi deh hezaran kesên hatin ber avahiya DEM Partiyê ya bajêr, dirûşmeya "Bijî berxwedana Wanê" berz kirin. Ji ber ku cih li ber avahiya partiyê nema, partiyê otobusa hilbijartinê bir Kolana Cumhûriyetê. Ji ber ku otobus pêş ve neçû, zêdetirî 500 hezar kes li Qada Beşyaylayê kom bû. Piştî ku ev de rjî têra girseyê nekir, vê carê girse çû Parka Mûsa Anter. Bi sed hezaran kes vê carê bi lingan çû parkê. Girseyê li vir dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kir. 

Heta derengiya şevê gelê Wanê şahîneta xwe kir, bi fîşekên hewayî, bi lîlanû dîlanê şikestina darbeya pîroz kir.

Wan warê şeref û namûsê ye

Piştre Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah axivî. Zeydan got: "Êdî wê nikaribin desteserkirina vîna we bînin bîra xwe jî.’’

Zeydan li ser otobosê xîtabî gel kir û got, "Warê rûmet, şeref û heysiyetê ye Wan. Axirê em zarokên vî gelê birûmet in. Me ji leşxurên ku çav berdabûn vîna vî gelî re tiştek gotibû. Gelê me, rûmeta xwe li hemberî hemû êrişan parast. Me gotibû, em nehêlin leşxur rûmeta xwe bixwin. We tevî hemû zextan û tevî hemû sozên pereyan jî nîşan da ku gelê Kurd xwedî rûmeteke çawa ye. We bidestxistina her 14 şaredariyan peyamek da cîhanê." 

 

Kes nema dikare dest li vîna me bide

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî got,"Ev serketin a we ye, ev berxwedan a we ye, pîroz be. Piştî vê berxwedanê kî dikare hewl bide vîna we xesp bike. Ji niha û pê ve dê tu kes nikaribe vîna we xesp bike. Ev berxwedan tenê ne bidestxistina şaredariyê ye. Ev berxwedan, diyareke mezin e ji bo hevalên me yên girtî. Ev serketin di heman demê de serketina wan e jî. Ên bi serketin ciwan bûn û a bi se rket ruhê 'jin, jiyan, azadî' bû.  Me pir li ber xwe da û em ê sibê kuçeyên xwe ji çopên qeyûm paqij bikin." 

Serketina berxwedana Wanê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê bi coşiyekê hate pîrozkirin.  

Amed

Li Amedê, li navçeyên Rezan, Sûr, Bajarê Nû û Peyasê yên Amedê bi deh hezaran kes hatin cem hev û serkeftina berxwedana Wanê pîroz kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de her wiha fîşekên hewayî û meşale hatin pêxistin û li gel def û zirneyê govenda hat gerandin. Gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana Wanê", "Bijî Serok Apo" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.

Îdir

Rêxistina DEM Partiyê ya Îdîrê jî li ber buroya hilbijartinê ya li Kolana Cumhûriyetê şahiyek li dar xist. Bi sedan ciwan û jin beşdarî şahiyê bûn. Ciwanên beşdarî şahyê bûn li ber stranên Kurdî û Tirkî govend gerandin. Gel berxwedana Wanê bi dirûşmeyan silav kir.

Nisêbîn

Her wiha li navçeya Mêrdînê Nisêbînê jî bi hezaran kes li ber avahiya Navçeyê ya DEM Partiyê kom bûn û serkeftina berxwedana Wanê bi coşî pîroz kirin.

Stenbol

Li Kartal û Esenyurta Stenbolê jî serkeftina berxwedana Wanê hate pîrozkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.