Ji bo penaberan Til Koçer vekin
Duşem 20 Hezîran 2022 - 22:48
- "Ji erka dewletan e ku penaberan pêşwazî bikin û piştgiriya madî û manewî bidin wan da ku mafên xwe misoger bikin û heta vegera warên xwe jiyana xwe ya asayî bidomînin."
Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li hemberî bi hezaran koçber û penaberan bi erka xwe rabin û dergeha Til Koçer were vekirin.
Bi boneya 20 Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê, Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan doh daxuyanî da û xwest rêxistinên mafên mirovan û saziyên NY´ê li hemberî bi hezaran koçber û penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe rabin.
Wê got, "Ji erka dewletan e ku penaberan pêşwazî bikin û piştgiriya madî û manewî bidin wan da ku mafên xwe misoger bikin û heta vegera warên xwe jiyana xwe ya asayî bidomînin."
Di dawiya daxuyaniyê de nivîsgehê xwest her wiha zext li hikûmeta Tirk bê kirin da ku vegereke ewle a penaberên bi darê zorê ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî derketine, misoger bike. Wê xwest çêkirina avahiyên mêtingeriyê yên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bên rawestandin û bi biryareke navneteweyî dergeha Til Koçber li pêşiya alîkariyên mirovî were vekirin.
ANHA/HESEKÊ